Hevpeyvînek ligel wêjevan Melevan Resûl …

Hevpeyvînek ligel wêjevan Melevan Resûl …

- in Destpêk, Hevpeyvîn
مشاهدة... 14459
0
wêjevan Melevan Resûl -GUL.FM

GUL FM

MELEVAN RESÛL “Bila nivîskar li benda çepiklêdan û destxweşiya tu kesî nemînin û pêşeroj ya pênûsa bi zimanê kurdî ye, kesên siyasetvan û desthilatdar heta radeyekî dibin nav û nîşan, lê mirovên nivîskar ew nûnerê gelê xwe ne û dibin dermanê êş û azara netewa xwe, herdem ew bi rêzdarî wê werin bibîranîn”

Sala 1960 li gundê Hemze Begê ji dayik bûye, xwendina xwe li bajarên corbecor yên Sûrî derbas kiriye,di salên 1980ê de dest bi nivîsandina helbestê kir,lê- helbestê ew têr nekir,berê xwe da nivîsandina gotar, pexşan û şano yê.

Bi kurdî û erebî dinivîse: 6 dîwanên helbestî ( kevneşop û nûjen) , 65 şano û skêç,( 3 grûp) li ber çapê ne,lêkolîn bi zimanê kurdî û erebî (pêlawazên helbesta kurdî ya kevneşop) li ber çapê ye,pirtûkek xwerû bi zimanê Erebî (في زحمة الكلوان والبلوط) li ber çapê ye,çîrok ( 2 grûp) li ber çapê ne,pêtir ji 300 gotaran bi zimanê kurdî û erebî.( piranî hatine weşandin),bi qasî 285 xelekên rojnamegeriyê, ji çavpêketin û dîdarvaniyê bi nivîskar û ronakbîrên kurd re,piraniya berehemên wî nehatine çap kirin ji sedema bê derfetiya diravî.

Cihê xwe di piraniya ahing û vistîvalên hunerî û wêjeyî de girtiye,her weha hejmarek xelatên wêjevaniyê wergirtin e,wekî xelata Balîxan a entelogiya helbesta kurdî, xelata mehrecana 14an a helbesta kurdî li sûriye, xelata navenda zimanê kurdî, xelata saziya zimanê kurdî, xelata saziya hînkirin û perwerdeya zimanê kurdî, gelek xelatên herêmî ji partî û kesyat û navdarên ronakbîr û sazî û rêxistinên navçeyî wergirtine.

Destpêkên te û wêjeya kurdî ku helbest beşek jê ye..çawa bûn..?

Melevan:Bihna gundîtiyê difna min tije kir û bi firşikê parzûnkirî ji doşava peyva bijartî, min ji pêsîra diya xwe vexwar.

Heskirina min pêşî ji xwezaya herema min re hebû, ciwaniya peyva kurdî min di çîrok û çîvanokên kevneşopiya kurdî, ji devê diya xwe û xweha xwe ya mezin bihîstin û bi wan pûnijîm, roj bi roj heskirina ziman û çanda devokî di dilê min de mezin bû û bûme aşiqê zimanê xwe.

Min gelek guhdarî stran û dengbêjiya kurdî kir, nimûne: pehîzok, lavij, heyran, serêlê û bêlûte.

Rîtma mozîka helbestî di guhê min de jenî û li damarên dilê min xistin, ez li ber wan gotinên dengbêjan dirawestam û wekî pêla avê ez pêre dikerikîm, min berê xwe da xwendina helbestên kilasîk û bi şêweristina seyda Melayê Cizîrî min ji xwere kire stûna hînkirina hozanvaniyê û heta niha ez ji bin bandora şêwezariya Cizîrî derneketim e.

Ji ber ku tu tevlî xebatên konevanî bûyî..tu têkiliya rewşenbîr bi konevan re di rojava de çawa dixwînî..?

Melevan:Her çendî xebata siyasî û konevanî ji xebata rewşenbîrî ne cihê ye, herdû rengê xebatê hev tekûz dikin, lê pûtedan bi rewşenbîran nayê kirin, piraniya partiyan dixwazin kesên ronakbîr û rewşenbîr bikin alavek ji bo serxistina karên xwe yê konevanî, lê ez dikarim bersivê bi şêweyekî têvel bidim, ku mirovê xwe bibîne wêjevan yan nivîskar, wê nikaribe xebata konevanî û wêjeyî hevcotî hev bide pêş, ji ber ku herdu şêweyên xebatê ji hev cuda ne, ya rast ew e ku wêjevan di himbêza siyasetvanan de kar bike lê ew nebe destek û alav, ji ber ku berpirsiyariya rewşenbîran ji ya siyasetmedaran cihê ye û girantir e, çimkî rewşenbîrê afrêner dikare bi dûrbîna xwe rewşê bixepêre û bixwîne, sûdeya rewşenbîran di parastina nirx û berjewendiyên gel de ye, ji lew ew dikare êş û azara miletê xwe destnîşan bike û çareseriyê ji derdên wî re bibîne.

Helbesta nûjen bi nerîna te çiye..?

Melevan:Di baweriya min de çi helbestvanê nikaribe mercê ristina helbesta kevneşop pêk bîne, wê nikaribe helbesta nûjen a çak û li hevdayî bi ser bêxe.

Helbesta nûjen (moderin) pêtir guncawî rîtma lezok a demê ye, ji hêla derbirîna hest û nestan ve, ji sedema ku pabendiya bi girêbest, wekî rêzbend û terazû nîn e, sîmayek berfereh û asoyek vale di afirîn e, helbestvan dikare bihna xwe û alavên hunerî û wêjeyî bi hevre bikar bîne, rîtma mozîkî her çendî di hindirê hevokan de veşartiye, lê ew di nava malikan de xwe hiltavêje.

Te hejmarek xelatên wêjevaniyê wergirtine,ji wan jî..xelata Mihrecana 14emîn a helbesta kurdî,tu dikarî ji me re hindekî ji wê helbestê bibêjî..?

Melevan:Tişta seyr di wergirtina min ji xelata mihrecanê re,  min helbesta xwe bi navê mihrecan nav kiribû û xelata miherecanê wergirt.

                                   MEHRECAN

 

Pêşî silav , pat û durûd              min bo we hemya pir hen e

Ê  kû li  dûr yan  jê  li   vir         giştik  hemî  nêv  dil de ne

peyva ciwan nazik bedew têxim  gulek  xunca  bi ken

Nîşan  di ber singa dikiim         neqşê  ji  zîv   navê   we ne

 

Salox  giha  gotin  Melev           îro    cirîd   wê     l’darkeve

Qoşma  siwarê  bê  rikêb           her yek bi ser navê xwe ve

Birga ji ber  toxa  zemîn            sayis  divê   xweş  pêrewin

Ka  kî  li  pêş  zûtir giha            wê   zîn  bi  para  wî keve

 

Mîrê  Ceger  rûnişt li jor           xirqîn çeleng û xweş dilêr

Her yek li ber bayê felek            nûşî ji camê  mey  bi  wêr

Zîna  çeleng  xişrî  dirav           heyran  li  dora  wê  civîn

Singa   sedef   tazî   sipî             baxê    gula   avdê    şilêr

 

Bisk û kezî   avdên zirav            awir şewat   tev   herbilîn

Dûqer li  ser  enya  belek          dihna bi ken l’ev guncilîn

Sêvê  dibin  cilkê   veşar            balî   bilind   noqa   zirav

Kal û kulek şewşîn ji lew           gotin : de rabin  hûn  hilîn

 

Hatim  ji dûr  min  lê fekir         komek  perî  l’dora   minin

Wey  Maşela  qoşma sirûd        gotin   şekir   lêvê   kenin

Perwîn ji nezmê lew dihûn        hem   jê   gulistana   dil e

Zîna   ciwan   helbeste  ew        peyvê   resen  zêrê   zerin

 

Şahê  siwar  mîrê   bi   hez        toqek li Selma  da  kemer

Navek  xweza  pê   dilvejî           aşiq  di   eşqê   dan  hecer

Şêrîn   libê   lalîn    xuyan         pey pey li dû hev tên birêz

Lew em hemî tev pê gihan         teysî şemal û  xweş  fener

 

PJi bilî helbestê..di warê gotar,pexşan û şanoyê de jî,bi zimanên kurdî û erebî..tibabek berhemên te hene,hin destnivîsên li ber capê ne,hin jî di kovar û malperên eliktironî de hatine weşandin,lê- berhemên çapkirî çine..?

Melevan:Du dîwanê helbestî ( aramî û çirîsk)

Kurte çîrok hejmar 1

Qevdek şano hejmar 1

Li destpêka nivîsîna her berhemeke wêjeyî,sernav ji te re zor e..an naverok.. û çima…??

Melevan:Zorî di sernivîsê yan di naverokê de peyda nabin, dema ku mijar di mejyê min de bibpije û helbestê bakir e min, ez bi hêsanî berhemê werdigerînim ser rûpelê, lê di nivîsa şanoyê de ez gelek caran astengiya ji peyda kirina navê ekterên leystikvan de dibînim.

Te bi qasî 285 xelekên rojnamegêrî,ji hevdîtin û hevpeyvînên zindî pêk anîne,gelo ew li kîjan sazî û dezgehên ragihandinê derketine û belav bûne..??

Melevan:Ji destpêka sala 2012an min bernameyên wêjeyî, rojnamevanî, civakî û konevanî li ser ekranê RONAHÎ T.V weşandin û hîna xebata min di wî warî de berdewam e.

Hevcotî vî karî ez di nava xebata rewşenbîrî de çalakim û bi dehan simîner û şevbuhêrkên torevanî min li darxistin e.

Deqeke te ya wêjeyî gotar,şano,helbest an pexşan.. ku bêhtir bala te kişandiye..tu dikarî bibêjî û mebesta te jê çiye…??

Melevan:Her çendî cêwazî di navbera tu berhemên min de tune ne, çimkî ez wan wekî zarokên xwe dibînim.

Di ristina helbestê de, helbesta bi navê ” em mirovin” nazik û bedew e.

Di nivîsandina testê şanoyê de, şanoya “birayê bêpar” cêwaz e.

Her çendî piraniya berhemên min girêdayî doza netewa kurd e, pabendiya min bi xak û miletê min re heye, lê têveliya van herdu berheman ew e ku ew xwedanê hestek mirovî ne û di astek bilind ji dîtina nirxê mirovan rave dikin.

Tu rexeneya wêjeyî dipejirînî..û gelo rexne ciwankariyê dide wêjevan û wêjeyê..??

Melevan:Bê guman heger rexne nebe wê berhema afrêner bê bandor be, ji ber nepeydabûna rexnevanan dihêle ku gelek berhemên ne di asta weşanê de têne çap kirin û belavkirin, mirovê rexnevan wekî nîgarkêşekî ye, ew dikare peykerê saz kirî tekûz û temîz bike,

Berhema herî serketî û bi encam, çakûçê rexnevan lê ketiye, çi kesê rexneyê nepejirîne, di serî de ew kesayet xwe dixapîne û tu carî nikare bibe berhemdêrekî bi rêk û pêk.

Peyva dawî,pirsek te dixwest û li nav pirsên me tune bin,tu dikarî li dawî ji xwe bibpirsî û bibersivînî…?

Melevan:Ez dikarim bêjim ku gelek fişar li kesên nivîskar têne kirin, vêca da ku wêjevan ji bejn û temtêla xwe nekevin, pêwiste ew xweragir bin û dilsarî di dilê wan de çê nebe.

Li gorey rewşa miletê me û çanda me ya lawaz, pêwistiya me bi hemû rengên nivîsandinê hene, wêjevan ne tenê xwedan hestek nazik û bilinde û ne tenê ji bo eşq û dildariyê xêzan rêz dike, estûbariyek mezin dikeve stûyê wî, bila pêşî zanibe ku berhema ji dil derkeve dikeve dil, em hemû bi jana netewa xwe û welatê xwe heyberin, bila berhema me bibe bersiva netewekî û li cîhanê belav be.

Hêviya min ji wêjevanan heye ku berê xwe bidin nivîsandina roman û destanan, ji ber ev rengê torevaniyê dikare asta wêjevanî û derbirîna çanda resen a kurdî bide pêş.

Dîsa silav û rêzên min ji bo hemû kesên pûtedan û guhdanê didin çand û wêjeya kurdî, û silavek tabet ji bo we û vê hevdîtinê kekê ARŞEK.

 

Amedekirin

Arşek Baravî

Amûdê  

 

Hûn dikarin li weshana zindî guhdarî bikin

GUL FM liser Google Play (Store) – Android

GUL.FM Android/Google Store App

 

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê