Arşek Baravî: Efsaneya Kawa…

Arşek Baravî: Efsaneya Kawa…

- in Çand û Huner, Gotar û Nerîn, Kevnetorê Kurdî
مشاهدة... 5757
0
Arşek BaravîArşek Baravî

GUL FM | Amûdê

Ji efsaneyên kurdan,hatiye naskirin ku şahekî setemkar , bi navê Ejdeha , ango Zîha, hebû,ew şahê regezê Arî bû.

Di wan heyaman de, nexweşiyeke giran ,ango girrekî  bêderman ,li wî şahê zordest peyda bû.

Ejdehak di nav talankarî û nijdevaniya xwe re, mîrnişînek hilweşandibû , lawekî mîrekê wê mîrgehê  bi navê Kawa hebû, pîrejinekê ew xwedî kiribû û raz hiştibû.

Kawa mezin bû , bû hesinkarekî navdar û zîrek.

Rojekê pîrê li ber mirinê,Kawa çû serdana wê, pîrê çîroka bavê jê re got, Kawa hêrs da û engirî,pir werez girt.

Şêniyên wê deverê jî ,hatin serdana pîrê, pîrê ew raza dilê xwe(çîroka bavê Kawa û şahê nesax) ji tevan re got.

Hêvî û baweriyên şêniyan bi Kawa xurtir bûn.

Hemû bijîşk û luqmanên demê ,li şahê nesax civiyan, nikarîbûn dermanê girrê wî bibînin.

Yek ji wan bijîşkan kîndarê gelê kurd bû,kês û derfet jê re hat, ber bi şah ve çû û jê re got: şahê min , dermanê we ew e ku her rojê ,girrê we bi xwîna du xortên kurd were şuştin û mejiyên wan jê re derman e!!

Şah vehesiya; biryar da ku her rojê du xortên kurd ,ji girrê wî re bibin gorî,da ku ji êş û janê riha bibe.

Serleşger, biryar bi kuştina du xortên kurd, di her rojekê de, dor bi dor pêk anî.

Behîdarî û şwînî ketin malên kurdan.

Jin û mêrên kurdan berê xwe didan Kawayê hesinkar,gilî û gazincên xwe pê dikirin.

Girtin û kuştinên ciwanan berdewam bûn.

Kal û pîran, dayik û bavan ,xuşk û birayan ,bi kezebên peritî û keserên bêdawî,ciwanên xwe radestî oxirê dikirin.

Jin bi jinan re û mêr bi mêran re, kul û derdên xwe,bobelat û sosretên bê hempa, bi hev re derbas dikirin, ji serdana Kawa ne bêhêvî bûn,serî jê qut nedikirin,li çareseriyekê digeriyan.

Xortên nûhatî destûr ji xizmên xwe dixwestin ,her ku dora kê ji wan dihat.

Dawerê wan, narvîna wan,feleka bêbext bû,lewra dibûn goriyên setema hovane.

Çiku leşger jî mirov bûn,dilên hinan ji wan bi ciwanên bergorî dişewitîn,hin caran xortek bi tenê dibirin û ji yê din beranekî kovî dixwestin.

Paç û terîşên kesk û sor û zer, her rengek nîşana yekî ji wan xortên berdayî bû,li stiwê beranên kovî dipêçan , li şûna xwe dikirin gorî , radestî leşgeran dikirin û ew direviyan.

Kawa rê dida ber wan(rê bi ber wan dixist),li hespê felekê siwar dibûn û diçûn serê çiyan,hejmareke mezin li gorî hevpeymana bi Kawa re li wir kom bûn, rênerîna wî dikirin.

Sê lawên kawa bibûn goriyên şahê setemkar, roja yê çaremîn jî hat, bi destê lawê xwe girt û ji leşgeran re got ez ê wî bi destê xwe ji şahê xwe re bikim gorî.

Şah pêşwaziya Kawa bi kenî kir û pasvanên xwe ji dîwanê bi der xistin.

Kawa ;piştî çend gotinên xweş hişt ku şah bi ser lawê wî de daqûlê û goriyê jê wergire,lê wî çakûçek(balyozek) li serê Ejdeha da, şah kujt, dawî li setem û zordariya wê demê anî.

Xetîreya agir hilgirt û derkete ser banê kasera(qesra) şah,agirê roja nû(newrozê) dada, nîşana serfiraziyê hilda,xortên revend û eware bi coşeke germ,ji çiyê daketin û hatin bi Kawa ve,da ku bi dawîlêhatina zorê şa bibin.

 

Arşek Baravî-Amûdê

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê