Barzanî bo biryara girtina Kosret Resûl daxuyaniyek belav kir

Barzanî bo biryara girtina Kosret Resûl daxuyaniyek belav kir

- in Kurdistan
مشاهدة... 3952
0

Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê biryara dadgeha Îraqê derbarê girtina Cîgirê Yekem ê Sekreterê giştî YNK Kosret Resûl daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku, dadgeha Iraqê çi biryarekî didin bila bidin lê belê bila baş bizanin ku, têkoşerekî wekî Kak Kosret û têkoşerên din jî bi wan nayê girtin û nikarin bigrin.

Daxûyanî wiha bû:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Roja pênçşem 19.10.2017 Dadgeha Lêkolîniya Resafeya Bexda biryara girtinê ji bo birêz Kak Kosret Resul Cîgirê Giştî yê Sekreterê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê derxistiye, bi tometa derbirîna raya xwe ya li ser rûdanên Kerkûkê.

Ev biryara Dadgeha Resafe ku biryarekî siyasiye bi rûnî pîşan dide ku eqliyeta dest bilind li Bexda bi çi awayeke. Gelêk raya xwe bi aştiyane derbibrê divê sizaya bi komel bidin, kesek raya xwe derbibrê divê bê girtin. Her ew eqliyete wiha kiriye kes nekarê li gel wan da bijî.

Bila desthilatdarên Bexda azad bin, çi biryarek didin bila bidin lê belê bila baş bizanin têkoşerekî wekî Kak Kosret û têkoşerên din jî bi wan nayê girtin û nikarin bigrin.

Mesûd Barzanî
19.10.2017

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin