Berdevkê Qesra Spî dest ji karê xwe kêşa!

wêne ji internet

Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer duh bi sedema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, karsazê ji New Yorkê, Anthony Scaramucci wek dîrektorê nû yê ragihandina Qesra Spî destnîşan kir, dest ji karê xwe berda.

Spicer duh 21.07.2017ê nerazîbûna xwe ji Trump re pêşkêş kir û karvekişîna xwe da.

Rojnameya New York Times ragihand ku Trump di demjimêr 10ê sibehê de, Scaramucci bi fermi ji posta nû re destnîşan kiriye û ji Spicer xwestiye ku li ser karê xwe bimîne, lê wî qebûl nekiriye.

Spicer ji Serok Trump re gotiye ku biryara wî pir çewt e, loma ew nikare karê xwe bidomîne.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.