Berpirsê tîma sekvanan ên YPGê canê xwe ji dest da

Şervanê YPG`ê yê navneteweyî Jac Holmes ku berpirsê tîma sekvanan ên YPG`ê ên biyanî canê xwe ji dest da.

Rewangeha Sûrî ya mafên mirova di nûçeyeke xwe belav kiriye ku, di encama şer û pevçûnên ku li bajarê Reqayê rû didan berpirsê tîma sekvanên YPGê ên biyanî Jac Holmes bi giranî birîndar bû û canê xwe ji dest da.

Heman jêderê tekez kir ku bi vê bûyerê hejmara şervanên YPGê ên biyanî ên ku li Reqayê canê xwe ji dest dane gihiştiye 6 şervanan.

HSDê roja 6 Hezîrana borî destpêkirina operasyona bajarê Reqayê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihandibû. 20ê vê mehê jî di konferaseke rojnamevanî li nava Reqayê, HSDê rizagarkirina wî bajarî bi fermî ragihand.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.