Çopî Fetah albumeke nû belav kir

wêne ji internet

Duh çarşemî 12ê Nîsana 2017an, albuma nû ya stranbêja navdar a Kurd, Çopî Fetah ku ji 13 trakan pêk hatiye, hat belavkirin.

Hezkir û alîgirên dengê Çopî, ji niha ve dikarin stranên albuma nû ya Çopî Fetah bi rêya bernameya iTunesê û li ser vê adresê, (https://itunes.apple.com/album/id1220739273?ls=1&app=itunes) bi dest bixin û ji xwe re daxînin.

Biryar e roja 19ê Nîsanê albuma Binar a Çopî Fetah li ser hemû malperên online yên weke Spotify û Google Play bikeve ber destê hezkiriyên dengê wê. Herwiha albuma Binar dê bi şêweya CD li hemû bazarên Kurdistanê belav bibe.

Di albuma nû de, mûzîk û stranên Çopî Fetah ciyawaz in û bi awayekê modern hatine tomarkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.