HESEKE – Bihabȗna şekir û rûn bandor li bihayê şêraniyê kiriye

GUL.FM | Hesekê

Di meha Remezanê de li Rojavayê Kurdistanê berî kirîza Sȗriyê şêranî pir dihat kirîn, lê bi gotina xwedî kargehek şêraniyê  ji ber bihabȗna şekir ȗ rȗn bihayê şêraniyê  jî bilind bû ye û wekî berê nayê firotin.   Şêranî di meha Remezanê de ji aliyê rojîgiran ve gelekî tê xwestin, xwedî kargehek şêraniyê ji bajarê Hesekê dibêje, ku bihabȗna şekir ȗ rȗn ȗ zeytê li gel destê karkiran bandore xwe li ser bihabûna şêraniyê kiriye û ew neçarin ku  nirxê  şêraniyê bilind bikin.   Welatî jî dibêjin ku cudahiyeke mezin di navbera nirxê şêraniyê beramberî salên borî de heye û ew nema wekî berê dikarin  şêraniyê bikirin.   Xwediyê kargeha şêraniyê Ebdilqadir Mihemed wiha got: “Bihabuna şêraniyan ne tenê ziyan li welatiyan dike, lê firoşkar jî dibêjin ku tevgera karê wan lawaz bû ye û rewş îsal ne li gorî salên remezanê yên berê tevdigere.”   Welatiyek jî dibêje ku di Remezana bûrî de nirxê şêraniyê baş bû, û her kesî dikarî bû şêraniyê bikre. Bi gotina wî welatî ji ber nebûna çavdêriyê şêrnaî biha bû ye û her firoşyarek bi nirxekî cuda şêraniyê difroşe.      Pêşiyên Kurda berê gotine; “sal bi sal xwezî bi sala par” ev hevok jî rewşa xirab ya ku xelkên Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibin, bi kurtayî dide xuyakirin.

 

Hûn dikarin li weshana zindî guhdarî bikin

GUL FM liser Google Play (Store) – Android

play.google.com/store/apps/details?id=gul.fm.radio 

 

 

 

 

rudaw

 

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.