Hevpeyvîn bi Luqman Silêman… çîrok û romanivîs re…

Hevpeyvîn bi Luqman Silêman… çîrok û romanivîs re…

- in Çand û Huner, Hevpeyvîn
مشاهدة... 12293
0
Luqman silemanLuqman sileman

GUL FM | Amûdê

Ez di sala 1982an de çûme Helebê û li wir min tîpên kurdî naskirin . ji wir min hêdî hêdî xwe bi xwe fêrî zimanê kurdî kir. di salên notan de min dest bi danheva çîrok û çîvanokê kurdî kir. di sala du hezaran de bi dest nivîsa li ser gundê kurda kir wê demê pirojek min hebû kû ez li ser gunda ji hemî hêlê ve binvîsim,dema min dixwest ez li ser gunda binvîsim mebesta min kû ez şêniyê gund û derdorê gund ji çema ji kaniya ji gira ji gundê li dora wî gundî jimara xwendevanê wî gundî lê ew bi min re ne çû serî,wekî dî me berê xwe da çîrok û romana kurdî.

P1-Mamoste Luqman Silêman.. çîrok û roman û gotar nivîs e..hindekî ji me re li ser xwe û derbarê destpêka te bi nivîsînê re bipeyiv?

B- Ez di salên heştêyan de çûme Helebê û li wir cara pêşî min tîpên zimanê kurdî naskirin ji xwe ez ji derdora Dêrika Hemko me û bandora şoreşa kurdî li başûrê Kurdistanê pir li ser min hebû lê dema kû min tîpê kurdî dîtin di wê demê de li gor min tiştê herî giran buhabûn ji min re û ji wir ez bi zimanê dayêkêve hatim girêdan. Ya dî bavê min di zaroktiya mede pir çîrok digotin ji xwe di wê demê tilfizyon jî nebûn çîrokê bavê min caran sê şeva dirêj dikirin ez pir bi wan çîrokan ve jî hatibûn girêdan şeva kû bavê min çîrok ji mere ne gotan wek me tiştek xwe winda kirbe. Di pey kû ez mezin bûm û tevlî refên tevgera kurdî li rojavayî kurdistanê bûm lê mixabin ziman di nav tevgerê de neciyê guhdanê bû min bi xwe li gor zanînê xwe xwe fêrî ziman kir û ew çîroka kû di zaroktiya min de bavê min ji me re digotin hêdî hêdî ji xwe re nivîsandin. Ji tiştê pêşî min çêkir roznama Xanê di sala 1994 an de min yekim roznama di sêsed saliya Hemedê Xanê de çêkir ji sêsed û şêst û şeş pelan tev bi kurdî û li pêşiya wî jî tiştê rojna kû di jiyana miletê kurd re derbas bûne û hin tiştê cîhanî jî nivîsandin û li ser pişta wê parçe ji helbestê kurdî ji dîroka kurdî. Beriya kû ez bibim Şamê ji bo çapê min ji komê kurdî yên folkilorî re got werin em ê vê roznamê bi navê hemî komê kurdî çêkin ji ber baştirîn rozname ye û em ê karibin derbasî bihtirîn malê kurdî bikin lê mixabin komên kurdî xwe nedan ber ew jî min sê salan çêkir û dev rê berda ji ber sedemên abûrî.

P2- Çima Luqman Silêman pirojeya nivîsînên li ser gundan da ber xwe..û bi dawî nekir…?

B- Keko dema min dest ji wî karî rengek ji rengê ser jimara miletê kurd bû li Sûrî. Ne tine wisa tiştê kû min dinvîsan ev bûn: min pêşî çi çem, kanî, newal, gol, û her wiha tiştî balkêş û gundê li dora wî gundî çi gund hene û wek dî ev gund ji kengî de hatiye avakirin kî ava kiriye navê wî çiye û niha çiye û şêniyê gund çiwasin çiqas di gund de mane çiqasa ji gund barkiriye û bi kû de çûne. Çiqas xwendevan di gunde hene min bi vî rengî li ser gunda dinvîsand lê çima min devjê berda? Yek min dît ev kar kesek bi ser ê xwe bikare bike ji xwe beriya kû ez dev ji tevgera siyasî berdim bi çend sala min ji hevalê partiya xwe re got hûn arî min bikin em ê vî karî bikin lê mixabin hevalê min piştgiriya min nekirin. Dido ez ji welêt derketin rewşek nû li Sûrî çê bû ji lewma ew piroje sekenî.

P3- Çi kir ku tu ji çîrokê here warê nivîsîna romanê û gotarê jî..?

B- Birastî çîroka kurdî pir giringe ji ber dîroka me piraniya wê di çîrokê de hatiye veşartin û tê de jî hatiye parastin ne kû min dev ji çîrokê berda ye ez hîn jî çîrokê dinvîsim lê min dît kû meydana romanê feretir e ji çîrokê. Di çîrokê de carina mirov xwe dibîne wek kû mirov hatiye yan tê girêdan lê di romanê de pêşiya te vekiriye. Bi min wek kû di çîrokê kurdî de tê gotin hespê kihêl (Seklawî) û hespê ne kihêl wisa jî mirov di kare di romanê de pir bibeze lê di çîrokê de ne wisa ye meydana te kintir e ji ya romanê. Ez car cara dema kû hin dost û heval gotarekî ji min dixwazin ez dinvîsim lê wekî dî ez nanivîsim

P4- Gelo roman keleha romanivîs a herma ye.. xwe pê û tê de..ji balîzokên xemgînî ,biyanî ,kul û derdan diparêze,an pacek e tê re çavdêriya razên xweyî veşartî  dike..?

B- bi min cîhana romanê cîhanek cudaye mirov di hemî pêngavê jiyanê re derbas dibe dema kû mirov romanê dinvîse. Mirov êş û jana mirovahiyê tam dike carna mirov xwe serkeftî dibîne û carna jî mirov têk diçe deriyê jiyanê tev li pêşiya mirov têne girtin mirov dikeve tunelek bê dawî mirov tê kuştin mirov dide xwe û carek dî dest bi jiyanê dike bi rengek dî cuda ji rengê çûyî. Mirov bi nîgaşê xwe şabe jiyanê sero bino dike dibe lehing û caran jî mirov li ber deriya dimîne bê kes û kûs.

 

P5- Çima çîroknivîs li tiştê ku nayê gotin digere û ew bi şêweyê xwe dibêje?

B- bi min nivîsandina çîrokê û tiştê bi xwe wêrek jêr e dive ji xwe heger kû yê çîrok çîrokê wek her kesî bêje bila ne bêje. Heger kû yê çîrok nivîs nikarî xwênê bi xwe ve digê bide bila nenivîse ji ber her kes dikarê çîrokê bi wî rengê kû berê hetiye gotin bêje. Rola yê çîrok nivîs di vir de xuya dike. Gelek stiranvan hene stirê kesin dî dibêjin wek kû wan gotî ew jî wisa dibêjin bê kû tu xweşiyê lê zêde bikin ez dibêjim bila ne bêje yan kû got billa xweştir bike ji yê berê gotî. Yê kû çîrokê jî binvîse gerek ne bi wê şêweyê kû beriyê hetiye nivîsandin binvîse him ji hêla wêjeyî û him ji hêla şêweyê kû pê binivîse. Rola û bandore çîrokê li ser miletê cîhan tevî heye yê çîrok nivîs dikar pir tişta di rêya çîrokê re bide miletê xwe. Dibe kû pir tişt hebin bi rengê xweyê normal ne win gotin lê mirov dikar bi şablonek dî xweşik bihûne û pêşkêşî xwêner bike .

P6- Tu lehengên çîrok û çîvanokê çawa dibijêrî..hin mînakan bi nave çîrokên xwe û lehengên wan bide..??

B- bi min hin cara yê nivîskar lehinga di hilbirêje û hin cara ne yê nivîskar lehingê çîrokê di hilbirêja bûyer bi xwe lehingê xwe pêşkêşî te dike. Beriya kû ez  romana binvîsim  navê Kab reş pir bala min dikşand. Romana Qedera reş romanek evîniye min gelek nav li lehingê romanê kirin lê dawî min navê Çeto hişt ji ber navê Çeto kurdîtî bi hemi renga tanî ber çavê min. romana li ser rêya Ewropa ew du cildin glek navê tê de hene ji ber bi sedê mirov li ser rêya Ewropa pêrgî hev hatine û bûne hevalê hevê rê ya dirêj dibe kû navê sereke di herdû culdan de Çiravê Xelîlê li bê ye. Wek çîrok min hin xelek jê li ser rûpela xweya fêsbokê weşandin navê Cenbelî ew jî min dît kû navek bi kurdîtiya xwe hatiye stirhan.

P7-Li gor tiştên ku nuha li qada kurdî dibin,tu xwe vedigerînî.. da ku pêşinyareke teyî cuda hebe,an ji te re asa ye(weke hev e)??

B- jixwe ez bawer nakim kurdek hebe ji vê rewşa kurd tê re derbas dibin razî be û ez jî yek ji wan kesa me. Ez di hemi nivîsandinê xwe de ji romanê ta bi çîrok û gotarê kêm zêde rewşa kurdî tê re derbas dikim. Bi min ji diyalokê pêve tiştek li pêşiya kurda nîne kes nikare kesî ji meydanê rake û ew bimîne bi tena xwe. Em di pêngavek pir nazik û giring re derbasdibin lê mixabin ev rewşenbîriya meya kû kes xwe bi kesî nade û ne jî kes dikare xwe rexin bike û ne jî dihêle kes wî rexin bike û Em tev bi vê rewşê dêşin.

P8- Tu pirsên te yên dîtir hene ku tu bixwazî ji min an ji xwendevanan bikî ..fermo bik…?

B-Sipas ji  bo te û karê te serkeftinê ji bo te dixwazim ji yezdanê dilovan..

Arşek Baravî | Amûdê

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê