Hevpeyvîn li gel birêz Hêvî Qiço…

Hevpeyvîn li gel birêz Hêvî Qiço…

- in Destpêk, Hevpeyvîn
مشاهدة... 8930
0

Hêvî Qiço 15.11.1972 ji dayik bûye,di zanîngeha ferat de li dêra zorê mafnasî xwend,lê- bi dawî nekir,li dibistana omar bin yasir ya seretayî li Amûdê mamosteya Çîmena zarokan bû,yek ji damezrînerên êzgeha ARTA F.M bû,di rêxistina Bedail lilslam Elmustedam de rahênerî kiriye,ji şeş jinên pêşî ye yên ku Komela jinên kurd li Amûdê(kolîşîna)  ava kirine,du karên wê bi filimên kertonî li televizyona pêlîstank derketine(şengê û pengê-kawê hesinkar, di filimê “Vegerin“ de rola ekter lîstiye,derhênerên filimMîral Gêlo û Hesen Helîmê ne , filim li mihrecana sînema kurdî li berlînê pêşan bûye.

Hêvî helbesta nûjen,risteyên kurt bi erebî dinivîse..li hêviya derfetê ye ku dîwana xwe derxîne,du hewildan bi kurdî kirine lê – berdewam nekiriye.

Gul fm: Destpêkên te yên wêjeyî çawa bûn ..kî û çi bûn piştevanên te û nivîsê..?

Hêvî:Min biçûkanî pir dixwend,li pirtûkên tune digeriyam,lênûseke biçûk herdem bi min re bû..min têbîniyên tiştê min xwendî  lê dinivîsîn,min bîrteng dinivîsîn ,lê- min ji xwe re dihişt,bê westan nivîs dihate bîra min,min li lênûska biçûk dinivîsî da wenda nebe,min dest bi nivîsîna gotarê kir û di rojnameyên deverkî de min weşand,min helbestên xwe jî di rojname û malperên eliktironî de weşandine.

Gul fm: Çima te xwendina xwe ya mafnasiyê li zanîngeha dêra zorê bi dawî nekir?

Hêvî:Min diploma bekeloriya bi lawê xwe re stand,min li zanîngeha dêra zorê mafnasî xwend,lê-min bi dawî nekir,çiku pêwîstiya min bi kar hebû,min nekarîbû bixwenda û kar jî bikira..ez mamosteya çîmena zarokan li dibistana omar bin yasir bûm,min xwendina xwe disekinand..lê- li dawî min nikarîbû loma min dest jê berda…

Gul fm: Tu ji kesên serke bû yên ku Kolîşîna li Amûdê damezirandin, têkurka te çi bû..û gelo pêk hat…??

Hêvî:Sebaret bi komela Kolîşîna,me wê demê xwest weke heyinek serbixwe ji jinê re çê bikin,çiku hemû komelên jinê wê demê girêdayî partiyan bûn û me xwest ku biryarên me ji me bin..em ne peyên kesî bin û ne girêdayî biryarên mêr bin,rast e me hinek pêk anî û me fişara jinê li kolana kurdî bi cîh kir,em li rû gelek berhengariyan derketin..em jinên wê delîveyê bûn.

Gul fm: Tu bi çi beşdarî herdu karên kertonî (şengê û pengê-kawê hesinkar) bû..û tu bi kê re beşdar bû..??

Hêvî:Hevalê min Simaîl Ebdo beşdarî ji minxwest.. karê yekemîn li herêma rojava bû,kar wêneyên bizaftî ji bo zarokan bû..ji çîrokên“ Şengê û Pengê û Kawê Hesinkar“ re bû,herdu kar jî bi kurdî bûn,hevalê me Arşek Baravî ew bi kurdî nivîsandibûn,min çîrok vedigot,karekî bedew bû..ez pê kêfxweş bûm,kenalê pêlîstankê kurdî.. ê herêma kurdistanê ew pêşan kir,me çîroka “Dîkil Axa “ jî amade kir lê- me tomar nekir,ez berdewamiya vî karî dixwazim,çiku ez pir pê kêfxweş bûm..nemaze ku  kar bi zimanê kurdî bû û ji zarokan re bû..

Gul fm: Te çi rol di filimê “vegerin“ de lîst..û piştî bidawîbûna filim tu ji rola xwe razî bû…??

Hêvî:Filimê Vegerin..pirsgirêka koçberiyê û bandora wê ji mirovan re çawaye dibêje..filim 6 kesên siryalî bêdeng desnîşan dike,ez tê de rola mamosteya dibistanê dilîzim..ku bi qerebalixa xwendekaran û dengên wanî zarokî re dijî û ji nijka ve tev bi bayê re diçin,tenê sê xwendekar dimînin .. derbasî polê dibin.. bê deng û qerebalix e,bêriya wan rojên bûrî dike..lê- hêviya vegerê di ayinde de heye,filim li mihrecana sînema kurdî li berlînê pêşane bû,hêviya me heye ku li mihrecanên dîtir gelek salan pêşan bibe.

Gul fm: Tu helbestê bi zimanê erebî dinivîsî..û tu bi zarê kurdî dizanî..çima tu bi kurdî jî nanivîsî…?

Hêvî: Me tenê zimanê erebî xwendiye ,loma em tê de serkeftîtir in ji zimanê xwe,ez bi zimanê kurdî dinivîsim û dixwînim..du deqên min bi zimanê kurdî hene,lê- min berdewam nekir,ziman li bal min rêka pêgihîna ramanê ye,ne girîng e tu bi kîjan zimanî bipeyivî an binivîsî,lê- girîng e tiştê tu bibêjî an binivîsî bandorê li yên ji bilî mere bike…

P7- Navê dîwana te ya li ber derketinê çiye..û gelo bandora biyaniyê li behreyên te yên wêjeyî heye…??

Hêvî:Ez bi serenavê dîwana xwe mijûl nebûme..her weke ku ez bi serenavê tu deqên ku dinivîsim mijûl nebûme,dibe ku rojên bên ez serenav ji dîwan û risteyên xwe re deynim,bandora biyaniyê li nivîsên min mezin e, tevî ku kêm e..dûrketina ji xizm û hogiran bandoreke kûr li derûna min dike..nemaze di vî temenê min de,ez xwe dibînim weke darekê ji rehan de rabûye û li xakeke din hatiye çandin..pir dem ji min re divê da ez bi xaka nû re bihedinim,belê..biyaniyê nivîsên min bi erênî miştûmal kirine,lê-piraniya wan biyanî û bêrîkirin û xemgînî tê de berçav in…

Gul fm:  Ji wendahiya biyaniyê peyva te ya dawî çiy…?

Hêvî:Tiştê dixwazim bibêjim..hinek bijare hene şêwazê wan pir bedew e,lê- paşguhkirî ne,heke xwedîderketin û miqateyî ji hêla malovanan ji wan re hebe ew ê tilîmohra xwe li dîroka kurdî deynin..zor spasî ji we re seba vê lênêrîna bedew…

Arşek Baravî-Amûdê 

 

Hûn dikarin li weshana zindî guhdarî bikin

GUL FM liser Google Play (Store) – Android

play.google.com/store/apps/details?id=gul.fm.radio

 

 

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin