Hevpeyvîn li gel helbesvan Sobarê Arî…

GUL FM | Amûdê

Li gundê tilxenzîr ji dayik bûme, me çavên xwe vekirin ku recîm zarotiya me leke dike,lewra hizrê şoreşgerî li ba min zû çê bû,wê demê ramanên çep bandor li ciwanan dikir,Gîvara û Kastro nimûneyên şoreşgerî bûn ji me re,ez tevlî partiya qomonîst a sûrî bûm,da ku li dijî setema siyasî û civakî bixebitim,çewsiandina kurdan bêtir bû,komkujiyên helebçe û kçmyasalê pêk hatin,partiya qomonîst nerîna zexelan di cenga îraqê de 2003 li kurdan nerî,ez jê kişiyam.

Serhildana 2014an li Qamişlo rêya nû ji min re ronî kir,da ku em ji setema Baisê rizgar bibin,min nema xwe ji dewleta sûrî didît û min didît ku jiyana hevbeş bi ereban re nabe,tenê çareserî ew e ku dewleta me xweser çê bibe,tevgera kurdî jî li wê demê perçewerçe bû û armanc nediyar bûn,loma ez li derveyî partîtiya teng mam,min guh da perwerdekirina gelê xwe,bi helbestvan Lorî Tildarî û Narîn Omer û Melevan Resûl û hinên dî re kar kir,me “Tevna çand û hunerê “ li dêrikê sal 2005 ava kir,me hevdîtin û şevbuhêrk û sîmînarên helbest û çand û wêjeyê li dar xistin.

Çiku di dema bais de rewşa jiyana me zor bû,ez çûm same,li wir jî min xebata wêje û çandê berdewam kir,min bi tena xwe dîwana Melayê Cizîrî bi tîpên Latînî nivîsî,min nêzî 4000 bend û serbûriyên kurdî kom kirin û tev de destnivîs in(çap nebûne),min pirtûka dîrokî ya Hesen Şiyar wergerand û pirtûk “Kar“ a mamoste Deham Ebdulfetah jî mîzanpac kir,sala 2008 helbesta min“Welato“ a kevneşop li mihrecan 13 li rojava ya diwemîn derket û li mihrecana 14 sal 2009 jî helbesta min “Rojgar“ dîsa xelata rêzê ya diwemîn wergirt,helbestên min bêhtirê du dêwanan hene,lê- çap nebûne,ji ber ku rewş aloz e û ez ne tevlî partiyekê me da çap bibin,xemsarî ji min re kirin çiku nivîskarên hevalên partiyan sofî û mirîd bûn,lê- derfeta karê eliktironî ji min re çê bû û min li ser malperên mîna Welatê me û Sema .. berhemên xwe belav kirin,li ser malerên pêwendiya civakî jî min gelek berhemên wêjeyî û dîrokî û siyasî weşandin, sal 2013 ez hatim Elmanyayê,divê ez bibêjim ku bandora helbestên Melayê Cizîrî li min pir bûye û min Cegerxwîn ji xwe re pêşeng dîtiye.

GUL FM | Destpêkên te bi helbestê re çawa bûn?

Arî |  Dagêrkeran kurd li herçar perçeyan çewisandin,sedam komkujî ûkoçberkirina kurdan li îraqê kir,li bakur têkoşîn gur bû û recîma faşîst a turk komkujî û koçberî û şewata gundan pêk anî,recîma Baisê jî setemkarî li sûryê û recîma melayên êranê jî her weke wan kir,evan kiryaran bîraweriya welatperwerî li ba min çê kir û kîna neyar di dil de civiya û min helbest nivîsîn ,destpêkê min bi erebî nivîsî,çiku malbat qomonîst bû û çanda demê erebî bû û zimanê kurdî serkot dibû,lê-piştî xwendina yekemîn dîwana Cegerxwîn,min xwest xwe hînî kurdî bikim,min pirtûka hînkirinê anî û min xwe fêr kir,min helbesta kêşesaz li gor hînkirina Lorî Tildarî ji min re min nivîsî,ew mamosteyê minî yekemîn e,ez spasiya Salihê Heydo û Melevan Resûl jî dikim..

GUL FM | Pêşbîniyên te derbarê pêşeroja helbesta kurdî de çine?

Arî | Ev hindek azadiya nuha ku bi dest wêjevan û helbestvanan ketiye,piştî ketina Bexdadê û şoreşa Sûryê û gelek dever ji neyar hatine standin,peymangeh û komelên çand û wêjeyê derfeta pirkirina berheman da,şêwazên pêwendiya civakî jî pevgihîştin hêsan kirk u berhemên wêjeyî belav bibin,lê- mixabinhindek helbestvan û wêjevanan di siyasetê û pêşberkiya partîtî de nivîsîn,van helbest û wêje bi giştî xistin kêmasiyê ,ez rexneyê li xwe dikim çiku min jî berê xwe da siyaset û dîroka kurdî,îiku gel nezan bû di van waran de,tirsa ji wê valahiyê hebû ku nifşên nû dîrok û çanda dagêrkeran bişopînin..mixabin.

GUL FM | Helbestvan nihadê gel e” nerîna te ji vê têgehê re çiye..?

Arî | Milet bi wêje û helbestvanên xwe nas dibin,ew beşek in ji dîroka miletan,her weke ku ew nuhok û ayinde ne,gelek wêjevan bûne sedemên yekser ji vêxistina şoreşan re û dirûvên dewletan û jiyan jî guhertine,wek şoreşa ferensayê ku bû sedema guhertina parzemîna ewropayê,pêdivê ye ku helbestvan û wêjevan berî her tiştî pirojeya şoreşgeriyê bin,heke siyasetmedarê kurd sedema perşekirina kurdan in,ez bi hêvî me ku helbestvan û wêjevan sedemên yekirina kurdan bin,nameya helbestê derbirîna janên gel ew dikare nas bike û çareser bike,dive pênûs alîkara tuvingê be li dijî neyarên kurdistanê û şanda paşketinê ku li nav de çandine,wêjevan baylozên gelê blindest in..ez xemgîn dibim dema ez dibînim ew dûrî doza netewî ya resen diçin û berê xwe didin tiştên diwanendî.

GUL FM | Bandora ramanên çep li te hebû,Bi nerîna te xwediyên vê ramanê te nuha ji doza te re çi pêşkêş kirine?

Arî |  Ji ber çewisandin û setema civakî û siyasî li ser gelê me ji hêla recîmên dagêrker,ez bûm çeparêz çiku wan durişmeyên alîgiriya gelên blindest û azadiyê hildidan,lê di pê re min dît ku karê wan ne weke ku partiya qomonîsta sûryê digot,ew destbirakê partiya Bais bûn ji bo berjewendiyên desaletê xwe spartibûnê,loma ez jê dûr ketim,her weke min nas kir ku ew nikare bi rêya rewiştê Yekitiya sovietê û rêxistinkeriya qomonizmê yê dagêrhez di dema şerê sar de raserî çep were,û doza kurdî ji berjewendiyên xwe re monopol dike,tevî ku baweriyên çep mafê serxwebûnê dane pir gelan ..û nifşên pêşî ji siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên ku bawermendên ramanên çep bûn jî ew bûn çira rewşenbîrî û zanyariyê ji nifşên bê re,ew ji setema fewedalîzm û olperstan riha kirin,lê ciyê Kurdistan hestyar bû,li nav recîmên ku peyeyên gelekan bûn,loma sûd ji cenga sar li navbera emerîka û rûsan derbarê mafê kurdan nehat dîtin,tevî ku ez bawermedê ramna çep a şoreşgerî  sere çekdarî me jî ji bo mafê me,lê- ez hêzên çep ên cîhanî tawanbarên berpirsyariya xwe ne ku derbarê mafê me de bi me re nerast bûn,pîlangêrên jib o berjewendiyên xwenî bilind bûn bi me re.

GUL FM | Te li despêkê aniye ziman“Tevgera kurdî li sûryê..di êşa perçebûn û jevketinê de bû û xwestekên wan nediyar bûn“ gelo tu dema nuha tu guhertina erênî di xwestekên tevgera kurdî de dibînî û çawa?

Arî | Nîrê siyasî yê nuha pir xweş û guncaw e ji mafê me yê netewî re,ku em bibin weke miletên cîhanê,lê- mixabin..tevgera siyasî ya kurd bêhtir perçe û wenda dibe,li destpêka şoreşê nêzî 15 partiyan bûn, nuha pirtaq bûne,ev bobelat e,çiku tu îşê perçebûnê ji newekheviya îdyolociyan nine,sedema yekser payeyên partîtî ne,sedema ku kurd mafê xwe bi dest naxin jî tevgera siyasî ya kurdî ye,mixabin ..tevgera kurdî li bakur û başûr bi kwîranî bûne peye,her hinekan siyasetên xwe bi birêzên xwe ve girê dane,ev sedema perçebûnê ye,mixabin..hîn jî armancên tevgera siyasî tarî ne û nerastî li navbera partiyan û alîgirên wan heye,ENKS pirojeya xwe dike netewî û federalîzmê dixwaze,lê –tiştek ji bo pêkanîna van sozan  nekiriye û tu sozên li ser pelan ji kiwalisyona erebperest jî nestendiye..hî hevpişkên wan yên di kiwalisyona sûrî de êrîşî pêşinyara doza kurdî bi kêmanî dikin,ji recîmê xirabtir in, lê- li hêla din ,tevî ku PYD tevî ku piraniya herêmên Rojava standiye jî û rêveberiya xweser ava kiriye û federalî ragihandiye,lê pirojeya mijgirtî û armancên tobawî û tunebûna nasnameyeke xwerû kurdî di pirojeya wê de,hem jî serkotkirina ji hêla çekdaran..min ji ayinde ditirsîne,lê ji ber welatparêzî û welatperweriya xwe ez piştgirê pêşmerge û YPG me bêyî ku ez guh bidim siyaseta partiyan,ew hêviya rêzgariya me û xaka me ne,ew dikin ku hêzên navnetewî me û mafê me bipejirînin .

GUL FM | Tu beşdarî gelek mihrecanan bû yî û bi gelek çalakiyên komelayetî rabûyî, gelo bûn alîkarê pêşketina te ya wêjeyî?

Arî | Şevbuhêrkên helbestî, sîmînarên rewşenbîrî û wêjeyî, mihrecanên helbestî..tevan behreya min miştomal kirin û lawaziyên min diyar kirin,min sûd ji serbûriyên ji bilî xwe û nerînên rexnevanan dîtin,ev helbestê qenc dike,rexneya rêbazkar pêşketinê dide,dive helbestvan û wêjevan bipejirînin ku ne êrîş be,ev şevbuhêrk  bûn rêçanên belavkirina helbestên min li helbestvan û wêjevanan,berê derfet ji min re ne bû ku ez wan bibînim û sûdê ji pisporiyên wan wergirim.

GUL FM | Navên destnivîsên te yên wêjeyî çine û tu dikarî bi çend malikan ji helbestên xwe me dara bikî..û tu ji kê re araste dikî…???

Arî | Mixabin..helbestên min ronî nedîtine,min ew çap nekirine,sedem jî zor û astengî ne,ku ez çend bernivîsan çap bikim û li heval û xizmên xwe belav bikim ,di baweriya min de ev min nake helbestvan,sedema din jî, dive bû ez tevlî partiyan bibim ta helbestên min çap bibin û min nekir,ez nikarim ji tu kesî re çepikan lê bidim,destnivîsa min ya Melayê Cizîrî û 4000 pend û serbûrî hîn li ba minin,ez li hêviya rewşeke guncaw im ku ez çap bikim,ez bi hêvî me ku nebe dereng,nuha jî ez dîwana xwe ya yekem ji cape re amade dikim…

ŞENGAL:

Tawosê minî rabe hela dîsa tu firde..Èwrên zikreşan dûrket ve êrîşa me serde

Wan hovan nezanî ku tu Şengala xelatî.. Findan û mirava min di dîroka kevin de

Qibla Laleşî îro tu taca kesrewanî ..Yezdanî bi tîrêja xwe pîroz û bi zende

Ey şêx û feqîr derdê we ewqas pir girane..Halana ji qîra Şerfedîn nîşan û bende

Laşgirsê te şêrê ceng û meydana bi hêrsî..Cangorî bi xwînê bo te qurban û bi merde

Wer lêxin ve roja rûmet û namûse rabin..Zerdeşt û bi Şêxadî timî sonda me kurde

Kobanê

Ser dibarê ar û xwîn , kevrê reşa me her tuyî ..Wek Birahîmê Xelîlî , Laleşa me her tuyî

Va tu bû dîwarê Çînê ,pêşberî Turk û Mexol ..Tarîya Sinna û Şîyá , mehweşa me her tuyî

Sed Xelîfê rih dirêj , gorî li bin sola te bin..Vaye dîrok nû dinosî , serkêşa me her tuyî

Qîz û xort û pîr û kal,hatin hewarê ceng û şer ..Xwîn û can bona te nextin ,çavreşa me her tuyî

Xanima deşta Heranê ,rext û çek hespê siwar..Her tu Koban her bijî tu , şoreşa me her tuyî

GUL FM | Tiştê ku tu bixwazî li dawiyê serbare bikî li bal te heye(tu li dawiyê çi dibêjî)..?

Arî |  Rola wêjevan û helbestvanan pêşeng e di pêşketina gelan û parastina kevnetor,ziman û nerêtiyên wan de,hem jî wan ji bervaniya welêt re hişyar dike,ez bi hêvî me ku hemû helbestvan û wêjevan vê role bilîzin,pêwîstiya gel weke wêjevan bi wan heye bêhtirî siyasetmedar,hêviya min bû ku ji nav pirbûna partî û rêxistinan ..komelgeheke me ya zimanê kurdî heba,da ku zimanê me bi pêş biketa û bihata paqijkirin ji turkirin,erebkirin û pariskirinê,ez bi hêvî me ku hemû kurd bibin yek û binasin ku heval û dostên wan ji birayên wan çêtir tunene û ev qonaxa çarenûsî û ove ye,bi berpirsiyariya di ber miletê xwe yê tiyê azadiyê de agahdar bin… ez spasiya we dikim ku we derfeta pênasîna min û bîr û baweriyên min da…

 

Amedekirin

Arşek Baravî

Amûdê

19 Hezîran, 2017

 

 

Hûn dikarin li weshana zindî guhdarî bikin

GUL FM liser Google Play (Store) – Android

play.google.com/store/apps/details?id=gul.fm.radio

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.