Hevpeyvîn li gel hunermendê kurd Bengî Agirî…

Hevpeyvîn li gel hunermendê kurd Bengî Agirî…

- in Destpêk, Hevpeyvîn
مشاهدة... 8265
0

08.06.1969 li bajarê Amûdê ji dayik bûye ..dê û bavên wî  ji omeriyan gundê xerabê baba hatine..xwendina seretayê û navîn heta pola 12 li bajarê Amûdê xwendiye … 1990î çûye zanîngeha şamê beşa civaknasî (علم الاجتماع),lê- ne qedandiye .. 1988an beşdarî koma Agirî bûye ,ji birayê xwe Derwîş hînî tembûrê bûye..lê- bi şêwazeke profisyûnel li şamê diçû instîtoya mûzîkzanînê .. 1992-1997 karê çandiniyê dikir hem alîkariya malê dikir karê patozê..hem bi tîma Ehlî re jî bi topê lîsti ye.. hesinkarî kiriye..li xwaringeha Seyran bajarê Amûdê jî kar kir ye .. ji 1997an heta dawiya 1999 li lubnan bû li balefirgeha Beyrud a navnetewî wek hesinkar dixebitî ..û di kovara Sorgul de jî dixebitî…..li wir koma welatê Rojê ava kir… 1999 Koçber bû Almanyayê .. Baş Amûra tembûrê dijene,hinekî Gîtarê jî dilîze, Piyano jî baş bi kar tîne. Di navbera sala 1993..1995an de.. bi komên“ cûdî Dêrik , hêzil tirbesibî, Botan Qamişlo, Agirî Amûdê, berçem Dirbêsiyê , ferat serê kanî yê , Raperîn (Tolhildan) hesekê , Botan kobanê , Engîzek Efrîn , Agirî Heleb ,Raperîn Şam.. re xebitiye. Ji van koman tevan hunergeh Ava kirine ….wan Albomek tenê derxist.. Di van koman tevan de stiran gotine….. di beşê şano û Govendê de jî pir kar kir ye… Ji sala 2000 heta 2017an ..pir kom ava kirne .Beşê Zarokan li bajarê Magdeburg û Dresden û Leipzig ,Beşê ciwanan li stendal û Berlîn ,Beşê mezinan li Berlîn ,Bremen ,Hanover,Hildesheim,mamostê beşa tembûrê li bajarê Berlînê jî dike..ji ber ku li vî bajarî dijî… Ji kanada û Australya heta Rusya û temamî welatên Europa wek hunermend bi serê xwe bi dehan şev û konsert  li dar xistine…

GUL FM: Destpêkên te weke hunermend çawa bûn?

Bengî-Karê min yê hemû beşê hunerî..stiran ..şano…govend…. ji sala1989 ta sala 2003 bi koman re min tim kar dikir..ji 2003 û pê ve wek hunermendekî mûzîkjen û stiranbêj ketim nav cîhana stiranê û hunera kurdî û bi tev çanda Europa ketim nav xebatê .

GUL FM: Çima te dest ji xwendina xwe ya zanîngehê di warê civaknasiyê de berda..?

Bengî-Wek ku tê zanîn ez ji malbateke ne hemwelatiyê sûrî bûm(ecnebî)..sala diwem ji xwendina zanîngehê pêwîstiya min bi pirtûkekê hebû ew pirtûk li pirtûkxaneya Esed ya netewî he bû ( مكتبة الأسد الوطنية في ساحة الأمويين)..karmendê wê..nasnama min xwest min jî ixrac qeyda xwe ya ecnebîbûnê dayê qebûl ne kir…min nasnama xwe ya zanîngehê jî dayê ew jî qebûl ne kirin….yek ji min yek ji wan pevçûn derket..ji wê rojê de min hemû pirtûkên xwe dan hev û tiştin xwe dan hev û ez hatim Amûdê ..ez li cem mala Apê xwe sofî Abdê sofî Arif dimam.. li zor ava ya şamê..wê demê ji Amûdê Fasko û Hazim Ebdî û Celal Tewfiq me eynê beşê civaknasiyê bi hev re dixwend…

GUL FM: Te beşdariyên  avakirin û kar û stiranê di gelek komên filoklorî dekiriye..kîjan stirana  te xwedî vedenga cemawerî bû û di heman demê de bandor li te kiriye..??

Bengî-Rast e hema bêje min di hemû komên rojava û sûrî yê de yên girêdayê bizava netewa kurdistanê min stiran gotine…a herî bi bandor stirana “Jiyana Şehîdan“ bû. Gotin ên Beşîr Melle ne,Mûzîk a Elî Mensûr e.

GUL FM:  Te çawa karên xwe yên serbest ;nemaze hesinkarî.. bi karên hunerî re hevrêz dikir..?

Bengî-Dema li Amûdê pir hesan bû, ji ber em hemû nasê hev bûn,kengî min bixwesta ez diçûm karê xwe..lê li lubnanê hinkî min zehmtî dikşand dawî jî bi ser ketim..hema bêje hemû hunermendên kurdan bi vî şêwazî jiyan kirne..

GUL FM: Li biyaniyê weke kurê rojava,tu rewşa rojava çawa dixwînî..??

Bengî-Rojava bû qiblegeha mirovahiyê ,ez li vir li Almanya dijîm û dibînim..lê li ser xaka Rojava hîna gendelî û dizî û xal û xwarzê ku hebe tu wate ji şoreşê re namîne..cîhana kapîtalîst û dewletên ku kurdistan dagir kirne dixwazin Rojava têxin rewşa kûba û kûriya û Kongo bo ku tim bi serê xwe bimîne…lê Rojava ne wisa ye ,ev ji derve vê..li hundur gerek e û pêwîst dike ku hemû kesên li Rojava dijîn çi kurd, ereb ,suryan ,asûr, ermen ..baş li Rojava xwedî derkevin…nemaze hemû fikrên cûda yên partiyên kurdan, hemû rengê wan çi girs çi bi çûk li Rojava û şoreşa wê xwedî derkevin .

GUL FM:  Tu pir amûrên mûzîkê dijenî,ji hêla awaz û newayê de..kîjan bêhtir nêzî hestê kurdiya resen e û çima…??

Bengî-Ji xwe tembûr e..û bi xwe amûreke resen e, kurdî ye… li gorî mitolojiyan û ser pir latan û keviran li mezopotamya di destê mirovan de ev amûr tê diyar kirin ..lê ana pir netew bi kar tînin turk ..faris ..efgan ..hindî.. Okurdê wê pir bûne yanî dûzan û kokirina wê..şekl û şemala wê jî reng reng kirne, hemû rengê wê kêfa min jê re tê .

GUL FM: Dengê te li biyaniyê ew baylozê gelê te ye;gelo tu ji cîhanê gişî re qûriyayî??

Bengî-Yanî li gorî hewildanên xwe min gavên berbiçav avêtine, lê dîsa jî têrê nake..bi nerîna min ..bi dehan şev û çalakî bi netewên cûda re me li darxistine ..bi sed hezaran Euro..pere ji van şevan me dan hev..lê nabe wek dilopeke xwêdanê şervankî YPG û şervaneke YPJ..ev rastiya hunera mine.

GUL FM: Peyva te ya dawî çiye û tu arasteyî kê dikî..??

Bengî-Ez pir spasiya te Arşek Baravî dikim ku ji bo zar û ziman û çanda kurdî pir xebatên pîroz dike..hem jî malpera GUL FM ku kurdayetiyê diparêze..û banga min a dawî ji bo hemû kesên bi çand û nivîs û rewşenîrtiyê dikin li Rojavaya xwe xwedî derkevin ..em li hev xwedî derkevin em ji hev hez bikin dûrî dek û dûlabên dijmin herin .

Arşek Baravî-Amûdê

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin