Hevpeyvîn li gel şêwekar Dilşa Mihdî…

Hevpeyvîn li gel şêwekar Dilşa Mihdî…

- in Destpêk, Hevpeyvîn
مشاهدة... 11818
0
wêne ji internetwêne ji internet

Dilşa Hesen Mihdî,7/3/1960 ji dayik bûye,bapîrên wê hatin li binxetê li gundê Navkurê bi cîh bûn,ta pola nehem xwendiye lê- berdewam nekiriye,sala 1989 tevî herdu zarokên xwe li Siwêdê bi cîh bûye,berya 6 salan dest bi şêwekariyê kiriye,ew ne ji tu dibistanên taybete,her tiştê ku tê bîra wê bi rengên geş nîgar dike,kêm caran rengan dihewdilîne,li bajarê Sindisvalê 6 pêşengehên hevbeş û 3 pêşengehên taybet pêşkêş kirine û hejmarek tablowên xwe firotine.

 

P1- Çiçaxê û çawa te dest bi hunera şêwekariyê kiriye..??

Dilşa:Hunermend Wijdan Dêrkî berya nêzî heft salan xuleyeke nîgarê vekir û ez vexwendî wê kirim da ez dema xwe ya vala dagirim,min hez kir û min xwest ez geşta xwe bi serpereştiya wê berdewam bikim.

 

P2- Çima te xwendina xwe piştî pola nehem berdewam nekir?

 

Dilşa:Ez di bîrkariyê de lawaz bûm,ez du caran ketim ezmûnên nehan de û ez têkve diçûm.

 

P3- Bandora dibistaneke hunerî li te heye..an rewşa sûryê ew dîmen a bi bandor e di karên te de..??

 

Dilşa:Ez ne ji tu dibistanan im, helkeftê ku ez lê dijîm raserî min e û nemaze rewşa kurdan.

 

P4- Tu kêm caran..rengan di tablowên xwe de dihewdilînî,sedem çiye?

 

Dilşa:Hewdilandina rengan geşbirqînê wenda dike û ez ji nîgarê hez dikim bi rengên wênî geş û bi rastiya wê.

 

P5- Tu li Sindisvalê beşdarî 6 pêşengehan bû û sê pêşengehên te yên taybet jî çê bûn,tu dikarî hestê xwe yê piştî her pêşengehekê ji me re rave bikî?

 

Dilşa:Her kes pê hay dibe hestekî xweş e..dema mirov çi heryber û çi şênber be tiştekî dide hinên din..,tablowên ku min firotin,min pereyên wan şandin ji kesekî pêbawer re û wî li malbatên perîşan li Qamişlo belav kir.

 

P6- Ciwankarî di behreya her hunermendekî de heye,kîjan tablowa te ye ya ku te tê de ciwankarî daye,gelo armancek te jê hebû??

 

Dilşa:Ez ji hemû tablowên xwe hez dikim,erê tabloweke min bi nave “perî“ heye jina êzîdî tê de xizmên xwe bi laşê xwe ji agir diparêze.

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Li balafirgeha Stenbolê şerekî mezin: 70 kes bi hev ketin