Hevpeyvînek li gel helbestvan Mihemed Şerîf  Berhik

Hevpeyvînek li gel helbestvan Mihemed Şerîf  Berhik

- in Destpêk, Hevpeyvîn
مشاهدة... 9139
0

Mihemed Şerîf Birahîm Berhik-li gundê Kevrê dena sal 1962 ji dayik bûye,di malbateke wêjhez û siysetmedar û bawermendên rêbaza Berzanî de çê bûye,gorî pêşkêş kirine..wek yek ji birayên helbestvan û sê gundî sala 1961 li dejî stendina werzên kurdan ji hêla recîmê de rabûn û bûn şehîd.

Bi guhdarkirina stiranên şoreşgerî û netewî wek ên Şivan perwer û Mihemed Şêxo û helbestên Cegerxwîn ..wî dest bi helbestê kiriye,pêşî ji komên filoklorî re jib o vejînkirina nûrozê dinivîsî,Bangeha Cegerxwîn a çandê bi komek rewşenbîrên kurd re li Tirbespiyê û Aliyan û Girkê legê sal 2006 damezirandin,beşdarî gelek şevbuhêrkên helbest û wêjeyê biwe,helbestên xwe li gelek malperên kurdî  yên mîna “Kulîlk,Gemya Kurda,Welatê me“weşandine,hem jî di rojnameya Pênûsa nû de,beşdarî komîta amadekar ya mihrecana  13emîn a helbesta kurdî li sûryê sal 2008 bûye û ta nuha berdewam e,carekê  dema lidarxistina mihrecanê li gundê wî ..ew hate dgirtin,pir hevdîtinên televizyonan pê re hene wek “Mîdya“ di bernameyê “roj baş Kurdistan“de.. û qenalên ARK,Rûdaw ,Gelê Kurdistan,Arta û Hêvî…

Helbestên xwe di pirtûkekê de nedan ser hev ji ber serdemên ewlehiyê û lawazbûna rewşa çapemeniyê,loma piraniya helbestên wî berya şoreşê wenda bûn,nuha jî derdorî 60 risteyên wî hene,hemû hestên netewî û evînî û wijdanî tê de hene ,ji destpêka 2011an de nivîsîne.

GUL FM: Tu li binemalekê çê bû ku pêbilyayî  wêje û siyasetê bû,gelo rola binemalê di geşta te ya wêjeyî de hebû?

Berhik:Bê guman..rola derûdorê û binemalê di peydakirina wêjeyî de mezin e,dema em zarok bûn,bavê min em li mêvandariya me dicivandin û vegotina çîrokan ji me dixwest û min pir çîrok ji hizrên xwe digotin,her weke ku hunermend û helbestvan li mêvandariyê diciviyan û şevbuhêrk derbas dikirin,kesên mîna Cegerxwîn di bîra me tanîn,wêjevanên bakur jî dihatin serdana me..mîna dektor Ebdirehman ê ku Qawina tomarê pê re bû,stiran û lolîkên kurdî li destpêka salên nodî de ji me re distiran.

GUL FM: Helbestên te yên ku stiranbêjên kurd û komên filoklorî stirane çine..ji rindya xwe hin malikan bibêj?

Berhik: Bi şad û şîne ..Cejna te adar

Bi ar û tîne ..Her tim û her car

Bijî bîjî pakrewanin 12 avdar

GUL FM: We rewşenbîran Partî û rêxistinên kurd li gundê Erebşahê li destpêka şoreşê civandin, bi armanca yekirina witar û rêza kurd,berencam çi bû?

Berhik:Me endamên bangeha Cegerxwîn pirojeyek ji tevgera kurdî re pêşkêş kir armanc yekirina kurdan û witara wan bû,da ku laşekî hevgel li destpêka 2011an de çê bibe,me civîn li gundê Erebşahê li herêma aliyan çê kir û hemû partiyên kurdî û cureyên tevgerên ciwan û rewşenbîran beşdar bûn ,min serkêşiya wê civînê kir,helkeftin derbarê gelek xalên hevbeş li nav hemû hêlên siyasî de çê bû,da encûmen û komîtên yekbûyî çê bibin û alîkariya xwediyên kesên girtî û sorgunkirî bikin,lê li dawî di levparkirina partîtî de lev nekirin.

GUL FM: Li gelek şevbuhêrkên helbestî û wêjeyî û li pir mehrecanan tu beşdar bûyî,gelo tu ji van çalakiyan sûdê ji wêjeya kurdî re dibînî,an tenê helkeftin û hevdîtinên kesan xwe bi xwe bûn(ango kes ew kes bûn) û hew..??

Berhik:Me di bangeha Cegerxwîn de piştî 12ê avdarê û biryarên tengavî ku bi ser herêma kurdî de anîn,levkombûn qedexe kirin,me gelek çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî û siyasî li dar xistin,bi armanca xurtkirina girêdanên gelê kurd bi nasname û çand û wêjeya kurdî ve.Tevî ku qedexe bû jî,me mihrecana helbesta kurdî salane li dar dixist,li herêma aliyan du salan li pê hev û ez hatim girtin,her wekî çend hevalên min ji komîta amadekar ya sala diwem hatin girtin,weke rewşenbîrên kurd ênparêzgeha hesekê, me roja rojnamegêriyê jî vejîn kir,hemû sîmînar û çalakî bi wêne û vîdyowan belgekirî ne,ji encama ektîvkirina wêjeyî ku em bi nave bangeha Cegerxwîn pê radibûn jî hin rewşenbîr  bûn helbestvan û nivîskar û guh li zimanê xwe kirin û girêdanên wan xurt bûn.

GUL FM: Helbestvanên kurd ên ku bi zimanên dîtir dinivîsin û hewil nadin ku bi zimanê xwe yê dayikî binivîsin,tu wan çawa dibînî??

Berhik: Encama Setem û dagêra li ser gelê kurd demên dirêj ew ji hînkirin û nivîsîna bi zimanê kurdî bê par kirin,ji zarotiya xwe de ta zanîngehan bi çanda dagêrkerên Kurdistanê hîn dibûn,tevî ku mirov nikare hay û hastên xwe ..ji bilî zimanê xwe,bi zimanên dîtir ..qenc bîne ziman,tevê her kes beşdarî belavkirina çand û wêjeya kurdî bibe,hînî zarê xwe bibe û pê binivîse.

GUL FM: Çima piraniya helbestên te berya şoreşê wenda bûn ..û hejmara wan nêzî çendan bû,ma nayên bîra te da tu ji nû ve wan binivîsî??

Berhik:Ji ber ku hêzên rejîmê her dem digirtin ser malên me,li belavok û deqên bi kurdî digeriyan,me hin caran ew binax dikirin û vedişartin,dema ez hatim girtin,xizmên minew derxistin û şewitandin,hin caran jî min helbestên xwe devokî digotin bêyî ku ez binivîsim,ew bêhtirî 50 helbestan bûn,weke mînak yek jê tê bîra min,dema êrîşa turkan li ser qedîlê ji bo zindîgorkirina şoreşê min yek li ser nivîsî:

Agir gur bû li ser qindîlan-Jibo xwîna pakrewan-Kurd hemû bi axifin-bi yek ziman …

GUL FM: Çi mebesta te ji hêla wijdanî di helbestên te de ye..mînak hene..??

Berhik:Mebesta min derbirîna raman û nerînên ku ez pê bawer im..û ez  weke wêjeya helbestî ji mirovan re bibêjim,ez mafên mirovahî û netewî ji gelê me re bînim ziman,hinek sernavên helbestên min jî ev in:

– Va bayê hînik rabû – Dûmana bê dawî – Pakrewan – Şorşe şoreş

GUL FM: Peyva dawî derbarê hêviya te di jiyanê de..û tu çi ji wêjevanan re dibêjî..??

Berhik:Ez bi hêvî me ku omîdên gelê kurd ji bo azadî û serxwebûna dewlata me weke gelên cîhanê pêk werin,ez tikayan ji wêjevanan dikim ku bi nihad û wijdan û rastiyê binivîsin û armanc diyarkirina rasteqîniyan be ..ne çewtguherîn be,û nekevin bin bandora siya partî û ramanperestiyê,karê wan giriftara wanî mezin be.. û spasî û rêzdarî ji bira Arşek Baravî re ,ji bo xizmetkariyên mezin ku pêşkêşî wêjeya kurdî dike û ev van hevpeyvînên wêjeyî dike.

Arşek Baravî-Amûdê

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin