Hevpeyvînek ligel Helbestvan Mehmûd Badilî…

Helbestvan Mehmûd Badilî

Amûdê | GUL FM

Helbest çîrokeke bi kul û xem e,rojên levketî ne..mîna daristaneke spîndar û gulşîlanê ye..ev helbest e..ew çemê ku can ..geşbûn û şadiya xwe jê vetîne..da ku ji ezmanê tîpên wê..bi ronahiya xwe, çavên jiyanê nûjen bike.. û elenda xwe diyarî  xunça hêviyê û goşiyê sawîran bike

Helbestvan Mehmûd Badilî..Kurtjiyan:

– Ez li gundê Hemê Xatê ( Fêdat) bajarê Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê di 02.02. 1973 an de ji dayik bûme.

Min xwendina xwe ya seretayî li gundê Şorê temam kir, dûvre ya navendî û diwanavendî li bajarê Til temirê.  Dûvre ez di sala 1993 an de derbasî kolîceya perwerdeyî bûm, min Lesans û Diplom a peşê Psychologie li zanîngeha Damaskus wergirt.

Ji sala 2002 an ve li bajarê Hesekê rûniştim û li yek ji dibistanên wê di warê rêberiya derûnî û perwerdeyî de karê min destpêkir.

Di nava kar û xebatên wêjeyî de, ez endamê komîta amadekirina mihrecana helbesta kurdî bûm ku salê carekê dihat lidarxistin.

Di sala 2011 an de şoreşa Sûriyê lidarket, pê re me yekîtiya nivîskarên kurd li bajarê Hesekê ava kir, di gel vê yekê de, serokê yekîtiyê hatim hilbijartin.

Di sala 2013 an de , ji Rojavayê kurdistanê derketim û nuha li bajarê Aachen li Elmanya bi cih bûme .

Ji berhemên min:1-Şêlûbêla Bêdengiyê ( helbest) 2004.2-Nexşen Dînîtiyê ( helbest) 2006.3-Çemê Êvarê  ( helbest) 2008.

Destnivîs :-Du pertûkên helbest-Pertûkek kurte çîrok-Şanoyek bi navê Pertûk ya nivîskar Imad Mistefa ( wergerandin ji Erebî)-Hin lêkolînên wêjeyî.

Email a min: [email protected]   …  [email protected]

Telefon: 004917621483944….Adresse : Lemierser Straße 4  52074 Aachen.

P.1-Destpêkên Mehmûd Badilî bi helbestê re çawa bûn?

B-:Destpêk di çi aliyên jiyanê de be, derbarê her tiştî , dimîne şopa herî giring di pêvajoya karê mirov de tev kelem û zehmetiyên xwe. Dema ez wan kêlîkên han libîrtînim , bêhtir bi helbestê û ziman têm girêdan, bêhtir ji helbesta xwe hezdikim weku jiyanek taybet bi xwe yî , armanc jê ku pencereyên ronahiyê di dîwarên tariyê de veke .

Min li bajarê Til temir dixwend, ji zaroktî de min li  stiranên kurdî  gelekî guhdar dikir nemaze Ciwan Haco , Şivan Perwer û Mihemed Şêxo , wisa bê yî haya xwe, min helbest nivîsandin lê bi tîpên Erebî, ew bi xwe ne helbest bûn, belê rêzkirina peyvan bû lê bi rengekekî li hev hatî, dûvre bi alîkariya hevalekî bi ser tîpên kurdî ve vebûm,dîwana Kî me ez ya Seyda yê Cegerxwîn ket nav destê min, wisa ji sala 1989 ta 1997 an dibin bandora helbesta kilasîk de, di vê navberê de baş têkilî û dîtin hatin kirin dûrî hejmartina navan,min gelek sûde wergirt, ta radeyekê hest bûm ku ev şêweyê nivîsandinê kela di hindirê min de têrnake , lê vê carê bi bîrwerî , min hestê xwe ji gemkirinê vekir, her min rewşa helbestê bi watetir û xweşiktir dît , şêweya helbesta bexşane , ango  helbesta nûjen.

Helbest jiyanek dîtire, dihêle ku tim mirov bi xwe û bi hawîr xwe ve mijûl be.

P.2-Helbest dikare bi çi rolê di hevnasîna li navbera çandan de rabe?

B-:Helbest bi rengekî ji rengan tim xweşikbûn û çelengiyê lidardixîne, çanda miletan tev ku têvile ji hev lê di kûrahiya xwe de pirr tişt nêzîkî hevin jî, lê li vir derbarê hevnasîna li navbera çandan bêhtir roman û şano dikarin rolek mezin bilîzin , ji ber ku bi şêweyê kî vekirî , şirovekirî tê nivîsandin .

Tev Ku cinsê wêjeyî çi be jî, dê nikaribe nameya xwe bigihîne miletên din heger neye wergerandin,mixabin di vî war de em Kurd gelekî li paşin.

Lê helbesta kûr wate û ya bi wêneyan xemilandî dikeve dilê her mirovî , ne xeme ku likuderê rûniştibe.

P.3-Helbestvan navdar bûne bi navên ku şûna navên wan distînin li xwe dikin,gelo naznav sergêjkê ji bihîzkar re dernaxîne?

B-:Bêguman berhemên resen û afirîwer bi xwe bingeha navdariyê ye, lê di van salên vê dawiyê de aloziyek derbarê vê babetê hat holê ku gelek nav berz bûn dûrî afirandinê, ev yek bi xwe ragihandin sûcê wê hiltîne, sedemek dîtir ku ta nuha helbesta kurdî bi çavê rexnekirinê nehatiye xwendin.

Em bi hewceyî xwendinek rast û duristin , xwendineke rexneyî bilind ku navdariyê ligorî berhemê bi nav bike.

P.4-Derbarê karên xwe di warê helbestê de û astengiyên ku pêrgî  te bûne,tu çi dibêjî?

B-:Weku hûn tev dizanin nivîsandin bi tevayî nekarekî hesane, ji xwe derbarê astengiyên ku tên pêşberî me mirov dikare ta sibê li ser biaxive , bêguman astengî di her karî de peyda dibin lê bo nivîsandina bi zimanê dayikê firehtir û notirin.  Bi kurtî dikarim  van astengiyan di çend xaleyan  de bînim ziman.

  • Qedexekirina zimanê kurdî û encamên kirêt û nebaş di şopa vê sedemê de ku rêjeyek pirr mezin ji miletê tu jêre dinivîsînî, nexwenedebe .
  • Rewşa çapemeniyê: çapkirina berheman pirr zor bû, ji bilî qedexekirinê , piştegirî qet nebû.

Hema min dema pertûka xwe ya yekem çapkir, min ew gerdena ku çaxa zewcê diyarî xanima xwe kiribû firot .

  • Tunebûna dezgehên rewşenbîrî ku piştegirî ya nivîskaran bikin.

Ji ber van astengiyan û hin sedemên dîtir ku ew jî dibûn kelem.

Lê derbarê nivîsandinê tiştekî pirr giring heye , nemaze nivîsandina helbestê, ew tişt rastî bi xwe ye,her çiqasî yê helbestvan bi rast û ronî hest û nestê xwe raxîne dê karibe bêhtir cihê xwe di dilê civaka xwe de çêke û zora astengiyan bibe.

P.5-Kesên helbestvan û afrîner li rû  helkefta çewt û reftar û çanda nepak derdikevin, bi zimanekî nenas di helbesta zor de,ango mebesta wenda di helbestê de bi zimanê zor tînin,gelo ev karê helbestvanan tenê rewanbêjî ye ..an derbirînek derveyî ziman e û dûrî demê ye??

B-:Bêguman şêwe û asta nivîsandinê ji nivîskarekî ta yekî dîtir ji hev cudaye , têvile, hinek hesan dinivîsnin û hinek zehmet,em dixwînin,helbestek heye bi zimanekî pirr hesan hatiye nivîsandin lê di nava wê  wateyek kûr û wêneyin helbestî bilind hatiye ristin. Wisa helbestek din bi zimanekî ferhengî, peyvên qelew û bê wate, hestekî tevlihev hatiye nivîsandin . Ligorî nerîna min nimûneya yekê helbestek xwezayî ye , lê ya duwemîn çêkirîye .

Kanî ew helbesta ku di her çaxê de bê xwendin, wisa mirov bi xwendina wê ji hindir ve biheje ú di kûrahiya me re de şax vede.

P.6-Li dawî ..te dixwest çi pirs ji te bibe;tu dikarî bersivê bidî,ango ya dilê xwe vebêjî..?

B-:Ya dilê min ew bi xwe pirse , ango yê helbestvan gerek tim  ji xwe bipirse gelo ew helbestê dinivîsîne? û wisa di nava helbestê de, dema yê xwendevan helbestê bixwîne, ew jî pirsan ji xwe bike ku karibe di kûrahiya wêneyên helbestî de têbigihê ú wergere Hestê xwe , wisa mirovê helbestvan dê aram be ku nameya  wî cihê xwe girt .

Li dawiyê ez sipasî ya te dikim mamoste yê hêja Arşek Baravî, ez hêviya serkeftin û pêşketinê bo karê we dikim.

Arşek Baravî   10.3.2017

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.