“Hêzên Iraqî û Heşda Şeibî amadekariya êrîşa navçeyên Dihokê dikin!”

“Hêzên Iraqî û Heşda Şeibî amadekariya êrîşa navçeyên Dihokê dikin!”

- in Kurdistan
مشاهدة... 4237
0

Çavkaniyeke leşkerî ya pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ji Spûtnîk Kurdistanê ragihand ku hêzên Iraqî û Heşda Şeibî xwe amade dikin êrîşî navçeya Şêxan û hin navçeyên Dihokê bikin.

Berpirsekî eniya Başikê yê hêza pêşmerge ji Spûtnîkê re ragihand, hêzên Iraqê yên ji artêş, Heşda Şe’bî û polîsên federalî pêk tên, li Musilê xwe amade dikin ji bo pêşde werin û ber bi qezaya Şêxanê û hin navçeyên nêzî bajarê Dihokê bibin.

Berpirsê pêşmerge ku nexwest navê xwe bide, da xuyakirin, ‘Doh 21ê Cotmehê fermandarên artêşa Iraqê û Heşad Şeibî û polîsên federalî yên Iraqê, li bajarê Musilê 4 demjimêran civînek li dar xistine û tê de behsa wê yekê kirine ku çawa êrîşî ser navçeyên Şêxan, Tikîf, Alqoş û Faîde ya li nêzî Dihokê bikin. Herwiha dixwazin bilivin heta navçeya rojavayê rûbara Dîcle ku dikeve sînorê Sûriyê.’

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin