Hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine paşxistin

Hilbijartinên Parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê hatine paşxistin

- in Destpêk, Kurdistan
مشاهدة... 4465
0

Hate ragihandin ku, hilbijartinên parlamento û yên serokatiya herêma Kurdistanê ji bo 8 mehan hatine paşxistin.

Parlamentoya Kurdistanê îro li hev civiya û di wê civînê de biryar da ku hilbijartinên Parlamentoyê û serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo 8 mehan werin taloqkirin.

Ji 111 parlamenteran 68 parlamenter di civînê de amade bûn û ji wan 60 kesan dengê ‘erê’ bi kar anîn, 8 kesan jî dengê ‘na’ bi kar anîn û di encamê de hilbijartin ji bo 8 mehan hatin taloqkirin.

Herwisa tê zanîn ku her sê aliyên PDKê, YNKê û Yekgirtûya Îslamî li hev kom bûbû û li ser taloqkirina hilbijartinan ji bo 8 mehan li hev kiribû.

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin