HSD: Berpirsên Sîûdî soz dan ku dê Reqa ji nû ava bikin

Şêwirmendê HSD di hevpeymana navwelatî de ” Amed Sîdo” ragihand ku berpirsê Sîûdî yê bi karwana hevpeymana navwelatî re derbasî bajarê bakûrî Sûriya bû armanca serdana wî ew bû ku nûavakirina Reqa gengeşe bike piştî rizgarkirina bajar.

Li gorî nûçeya ajansa Qasiounê ku, navbûrî eskere kir ku wezîre Sîûdî  Tamir Sebhan bi Brett Mcgurk re serdana navçeyê kir, û bi hejmareke endamên encûmena sivîl ya bajarê Reqa re civiya.

Di heman mijarî de sîdo berdewam kir ku  berpirsên Sîûdî li ser rewşa navçeyê sekinîn, û tenê li civîna guhdar bûn bê ku tê dê bibin beşdar, û amaje kir ku wan berpirsan soz dan ku dê Reqa ji nû ava bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.