Ji kevnetorê jiyana kurdan… Xeleka diwemîn- Şîr û Mast..

Dema ku bêrîvan ji bêriyê vedigeriyan, şîrê xwe bi parzûnekê diparzinandin,da ku paqij bibe..û didan ser êgir dikelandin.

Ku bixwestana çêja kizûrî têkevê,baş dikelandin ta binê beroşê digirt,ango binê şîr dişewitî,di pê re vala zerikekê dikirin û bi paçan dinixwamtin da ku hêlî hêlî sar bibe,dema ku nîv germî dibû,ango hindekî sar dibû..mastê hilanînî hebû..ew jê re digotin heyvan,ew heyvan di kuneke biçûk re vala dikirin nav şîr û bi doxa kevçî lev dixistin û dîsan dinixumandin,çend demjimêr di ser re derbas dibûn ,ew şîrê hevankirî dimeya û dibû mast û xwarinek li malê pitir dibû,ji wî mastî re jî gelek qonaxên din hene ku tiştên xweş ji bo jiyanê û xwarinê jê çê dibin, ezê wan yeka yeka bi sernavan,di ristenivîsan de ji we re şîrove bikim.

Têbînî:Bê guman,dema ku şîr ê peza nûzayî be,ango du sê rojên pêşane yên piştî zayina pezê,ku ew şîr li ser êgir dihate kelandin,ew bêyî tu heyvan û derman diqusiya,ku ê roja pêşî ba dibû xilik,ê rojên di pê re tîrbûna şîr kêm dibû,ew jî diqusiya ,lê- dibû firo û hilik û lorik.ew jî dibûn xwarinên cuda û cêja wan jî cuda bûn.

Arşek Baravî

Amûdê

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.