Li balafirgeha Stenbolê şerekî mezin: 70 kes bi hev ketin

wêne ji internet

Li balafirgeha Sabîha Gokçen a Navnetewî ya Stenbolê, ji ber hilgirtina rêwiyan di navbera karmendên du kompaniyên geştiyariyê de şer derket.

Hat ragihandin ku di encama pevçûna bi kêran a navbera her du komên karmendên şirketên geştiyariyê de, kesekî can da û 6 kes jî birîndar bûn.

Hat zanîn, di bûyera şeva borî de, nêzî 70 kes li balafirgehê bi hev ketibûn, û rewşa aloz ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kontrolkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.