Li Qamişlo werza zebaşan dest pê kir

Li Qamişlo werza zebaşan dest pê kir

- in Aborî
مشاهدة... 5073
0

GUL.FM | Qamişlo

Niha li Rojavayê Kurdistanê dema zebeşan e. Zebeşên Qamişlo jî bi rengên xwe cuda ne, lê cotkar her gazinan dikin û dibêjin, ne dermanê çandiyê û ne jî semad bi dest wan de dikeve.   Li gundên Qamişlo werza zebeşan dest pê kir, kîloya zebeşên rengîn ji bo bazirganan bi 100 lîreyên sûrî difroşin, lê ji bo welatiyan bi 150 lîreyan tê firotin.   Cotkarê bi navê Ibrhîm Elsalih wiha got: “Li Qamişlo em zebeşan li ser şêwazekî nû diçînin. Çandiniya zebeşan ji 1ê meha 6an dest pê dike heta dawiya mehê. Em zedbeşan ji zeviyan bi otomobîlan dibin bazara hale û bi 100 lîreyan difroşin dikanan, ew jî bi 150 lîreya didin welatiyan. Zebeşên Qamişlo bi tam û rengên xwe naskirî ye.”   Piraniya karkerên ku zebeşan ji lemên wan radikin, Ereb in, ew 8 saetan kar dikin û rojane û hezar û 700 lîreyan werdigrin.   Xwendekar Newal Semoo li wir kar dike û mesrefa xwe ya xwendinê ji wî karî derdixe.   Newal Semoo jî got: “Em ji saet 07.00ê heta saet 11.00ê û ji saet 15.00 heta saet 19.00ê êvarê kar dikin. em rojane hezar û 70o lîreyan werdigrin. Îsal mûsima zebeşan pir baş e. ez hem kar dikim û hem jî dixwinim.”   Lê cotkar tevî ku ji mûsima îsal razî ne, gazinên xwe di derbarê nirxê giran yê semadê nîşan didin.   Cotkar Îssa Salih jî got: “Em rastî hinek pirsgirêk tên, weke semad kêm e ji bazara reş em kîsekî semadê bi 20-25 hezaran dikerin. Herwiha dermanên çareserkirina nexweşiyên zebeşan jî kêm in, tevî van kêmasiyan lê mûsima îsal baş e.”   Li Rojavayê Kurdistanê, çavkaniya sereke ya aborî çandiniyê ye, axa Rojavayê Kurdistanê bi berhemên cur bi cur yên çandiniyê dewlemend e, lê ji ber nebûna derman û semadê, ev ax sist bûye û bandoreke nerênî li ser çêkiriye.

 

Hûn dikarin li weshana zindî guhdarî bikin

GUL FM liser Google Play (Store) – Android

play.google.com/store/apps/details?id=gul.fm.radio

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê