“Nêzî 600 Kurd di êrişên Haşdî Şabî li Kerkûkê û Xurmatûyê hatine kuştin”

“Nêzî 600 Kurd di êrişên Haşdî Şabî li Kerkûkê û Xurmatûyê hatine kuştin”

- in Kurdistan
مشاهدة... 1406
0

Berpirsê Bersivdana Raportên Navneteweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihandin ku heta niha 600 kurd li Kerkûk û Xurmatûyê hatine kuştin.

Dîndar Zebarî di axaftina xwe de got: “Milîsên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê piştî dagîrkirina Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî dest bi bêrêzî, îşkencekirin û kuştina welatiyên sivîl ên kurd kirin. Heta niha nêzîkî 600 kesên sivîl di êrişên Haşdî Şabî û hêzên Iraqê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê û qezaya Xurmatûyê hatine kuştin û 2 haletên destdirêjiyê jî hatine tomarkirin.”

Zêbarî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Milîsên Haşdî Şabî nêzîkî 400 kes li sînorê Kerkûkê kuştin. Li navçeya Xurmatûyê jî di navbera 150 heta 200 kes ji ber êrişên milîsên Haşdî Şabî û hêzên iraqî hatine kuştin. Milîsan li Kerkûk û Daqûqê destdirêjî li ser keç û jinên kurd kirin.”

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin