Piştî 79 salan 4 ton zêr di keştiya binav bûyî de hate dîtin

wêne ji internet

Enqazê keştiya ku di serdema Şerê Cihanê yê Duyemîn de ji bankayên Amerîkaya Başûr bi buhayê 100 milyon zêr hildan ji bo ku ji Naziya Almanyayê re bibin û paşî li qeraxên Îzlandayê binav bibû hate dîtin.

Şirketa nêçîrvanên xezîneyan a Îngîltereyê bi navê Advanced Marine Services xwe gihande enqazê keştiya bi navê SS Minden ku di 24ê Îlona 1938an de li qeraxê Îzlandayê binav bibû.

Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê, nêçîrvanên xezîneyan di nava enqazê keştiyê de 4 ton zêrê ku di qutiyeke metal de bûn hate dîtin. Li gorî nûçeyê buhayê zêrên ku hatine dîtin zêdetirî 100 milyon sterlînî dike.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.