Qatix… Ji kevnetorê jiyana kurdan… Xeleka pêncemîn- Nîvişk û Rûn…

Qatix…

Ji kevnetorê jiyana kurdan…

Xeleka pêncemîn- Nîvişk û Rûn…

Dema ku mast û ava sar dikevin meşkê û têne kilandin,nîvişk bi ser dew dikeve.

Ew nîvişk bi xwarinê re pir xweş e,lê- jinên kurd,roj bi rojê ew nîvişkê bi ser dewê maeşkê ketî, xwê dikirin û di amanekê de hiltanîn..û jê re kûp an hîz amade dikir in.

 

Kûp: Ew kwîzê(kûz) ji qafik e û duçenbil e,hin nav lê dikin(cêr),ew ji heriya kîlê çê dibe û zuha dibe,paşê li ser agirê kûra germ û bilind,tê biraştin û sorkirin,derveyî kûp jî.. boyaxek taybet lê dikirin.

Hîz:Ew jî mîna meşkê ji çerm û eyarên pezê ye,lê-ew ji kevl(çermê) peza bizinî ya ciwan ..wek:kar,gîsk,tuştîr û bizaştîr çê dibe,piştî amade û têzkirinê,wî çermî dixin helala cefteke taybet de.. û di pê re baş dişûn ,ew amade dibe ji bo hilanîna rûn.

Piştî ku nîvişk pir dibû,kevaniyên malan ew nîvişk di beroşên taybet de,li ser arê tifikan dikelandin(ku koçer bana ,ew li ser arê sêkuçkan dikelandin) û bi kevgîrê kef bi ser re digirtin,di pê re ew rûnê xwerû sar dikirin ,qenc dizelilandin,hundirê kûp an hîzê xwe bi dimsa kelandî û hilandî diseyandin, ew rûn di wan de hiltanîn,lê belê- rûnê hîzan ji yê kûpan xweştir û navdartir bû.

Ew rûnê ku ji qatixê pêz û dewarên kedî çê dibû,ji hemû dem û çaxan re,hem ji bo hemû xwarinên civakên kurdan û li hemû dever û herêmên kurdistanê bi kar dihat, jiyan bi xweşî ..ji hêla pêbijînê ve,di dem û salên zor û tengav de,pê berdewam dibû.

Arşek Baravî-Amûdê

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.