Qatix, Ji kevnetorê jiyana kurdan…Xeleka yekemîn (1)

Qatix, Ji kevnetorê jiyana kurdan…Xeleka yekemîn (1)

- in Şop
مشاهدة... 9538
0
الصورة من موقع جياي كورمنج للرسام زكي عيسو

Qatix

Gelê kurd jî mina hemû gelên cîhanê ..nemaze ku ji gelê rojhilata navîn e ..jiyan û pêbijîna xwe bi xwezayê û hebûnê re têkildar dikir û pêbendî bi rêya pêwendiyên zindî û yekser bi jiyanê re dikir hem jî jiyana xwe bi jînwar û derdorê re kedî dikir û lê dibanand…

Ji şêwazên van rêbazan ew e.. ektîvkirin û çalakirina kiryaran û peydakirina amûrên têkiliyan bi jîna jiyana pêbijînê re ye..

Ji van kiryarên resen di jiyana mirovê kurd ji pêbijînê de jî,xwedîkirina sewal û ajalan bi jiyana çandiniyê re bû..loma gelê kurd jî ,bi pez û dewar û gelek cureyên lawirên kedî  jiyana xwe xweş dikir..û pêdawîstiyên jiyana bêyî hevta tafirand û peyda dikir…

Bêguman dema em dibêjin..pez ango mîh (mêşin) û bizin ,beran û nêrî ,kar û berxên wan jî..tev de jî sûda mirovê kurd jê hebû ,her beşek bi cureyên sûdgirtinê ve ,li vê nivîsera min weke ristenivîseke bêlav ,ez ê ji we re dabeş û vepar bikim.

– keriyên pez bi xwedîtiya serşivan û dûkerî çêra xweş bi danên demê re,hem bi şevîn û malincê re derbas dikir,li xwezaya kurdistanê ya dewlemend ,di herçar werzên salê de,pezçêran ew digerandin,ji mêrg û çîmenên welêt dixwarin ,ji kanî û avzêm ,çem û robaran jî av vedixwarin.

Dema di demsala buharê de gul û kulîlkên welêt bi buharê re geş dibûn ,pez jî rengê xwe radikir,şivanan bi hevringan hiriyên wan dibirîn û jinan diristin û dikirin cil ,şalik û kulav ,kum û koloz…hwd.. her wekî ku li dema serjêkirina jib o xwarina goşt ,ji çerm û kevl û eyarên wan meşk û çarox …hwd..çê dikirin.

Rojê du caran şivanan pez didan bêrî(tannin bêriyê ji bo dotina sire wan),ew dixistin govikan û koz guher li hêviya wan diman.

Rojê du danan..danê sibehê (bêriya sibehê) û danê êvarê..bêrîvanan çenbilên zerik û satilan bizendê zêrîn ve dadilqandin û bi xeml û xêz diçûn bêriyê,da pez bidoşin..

Hêjaye gotinê ku bi berdewamkirina serdana bêrîvanan ji keriyên pez û şivanan re,hezkirin li nav wan peyda dibû,kevnetor û filoklorê kurdan dewlemend in bi stiranên evîna bêrîvan û şivanan,dilo lawikê xwe digotin lolîk û stiranên bi rêya bûriyê keşan digotin ,hem jî xortan(şivanan) bi bilûra xwe re ji kezeba şewat,awazên evîna bêrîvanan dihûnandin…

Arşek Baravî –Amûdê

 

 

 

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê