Rêveberiya Xweser ji bo “Kongreya Gelêrî” hat vexwendin

Biryar e, Rûsyayê kongreya niştimanî di navîna meha Mijdara bê de bi beşdariya hemû pêkhateyên netewî yên Sûriyê lidar bixe. Rêveberiya Xweser jî hatiye vexwandin.

Şêwirmendê di Rêveberiya Xweser de Bedran Çiya ji ajansa “Reuters” re ragihand, Rûsyayê Rêveberiya Xweser ji bo kongreya gelêrî vexwandiye û ew wê vexwandinê guftûgo dikin, lê helwesta wan erênî ye.

Rêveberiya Xweser ji meha Çileya 2014an ve li her sê herêman Cizîr, Efrîn û Kobanê ji aliyê Tev-demê ve hatibû damezrandin. Roja 16 Adara 2016an sîstema federalîzmê bo Rojava û Bakurê Sûriyê hatibû ragihand.

Desteya Damezrêner a sîstema federalîzmê di 28 Berçeleya 2016an de jî navê federalîzmê guhat û bû “Sîstema Yekîtiya Demokratîk a Bakurê Sûriyê”

Ajansa “AA” berî çend rojan ragihand ku, Serokê Nivîsgeha Asayişa Netewî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlok li Qamişlo ligel PYDê civiyaye û pêşniyar kiriye ku ew ji navçeyên Erebnişîn vekişin, li hemberê jî Şamê li desthilatên wan ên li navçeyên Kurdî mukir bê û wek rêveberiyeke xweser danûstandinê pê re bike.

Ji aliyê xwe ve jî, Hevseroka Encûmena Sûriyeya Demokratîk (ESD) Îlham Ehmed serdana Lîwa Elî Memlok red kir û got, ew nûçe dûrî rastiyê ye.

 

Jêder: K24

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.