Xazî sadûn: şanogêr û derhênerê şanoyê

Xazî sadûn: şanogêr û derhênerê şanoyê

- in Çand û Huner, Hevpeyvîn
مشاهدة... 7315
0
Xazî mihemed salih sadûnXazî mihemed salih sadûn

Xazî mihemed salih sadûn : şanogêr û derhênerê şanoyê
Sal 1993 dest bi karê şanoyê kiriye , beşdarî mihrecana tertûsê sal 1994 bi şanoya (elbiir elmehcûre ) bû û xelata baştirîn şanogêr bi asta sûriyê wergirt, beşdarî mihrecana helebê sal 1996 bû, paşê çend şanoyên derbarê serhildanê berdewam kir,sal 2000 beşdarî mihrecana rimêlanê ya şanoyê bi şanoya( ciha kerê xwe firot ) bû û xelata pîşekariya şanoyê girt,sal 2005 beşdarî şanoya (mûxamere fî elbîhar ) li şamê bû derhêner û derhênan a Mehmûd Ebd elezîz bû, beşdarî çend şano û ristefîlm û fîlman bû, di pê re çû tirkiyê di koma Yilmaz Erdoxan de demek kurt kar kir û vegeriya rojava .. koma Reşîdê Kurd a şanoyê ava kir û dûv re koma Ciwnên Şoreşger ava kir, dest bi hînkirina şanoyê ji zarokên azadiyê re kir bi alîkariya desteya ciwan û werzîşê û banga cinêvê,xelata duyemîn şanogêr sal 2016 li mihrecana şanowa kurdî wergirt, çend kurtefîlm derxistin û li mihrecana buharê li Orfayê pêşang bûn û xelata yekemîn stand,derhênan û ekteriya karekî şanoyê li Amûdê kir , dobilaca deng li qenalê Spêstû li Şamê kiriye.
GUL FM- Te çawa şano nas kir ?
– Min şano di temenê 13 salî de nas kir, dema ku derhêner Cemal Cuma ji bajarê evînê Qamişlo hat Amûdê û bi rêya dibistanê de ji me re hat gotin ku hunerek bi navê şanoyê heye ,em 50 kes bûn her yekî ji me rolek di taqîkirinê de berçavî derhêner lîst,min kesayetiya zarokekî biçûk û tenê li malê û mal dişewitî lîst,ez û hin hevalên xwe ji cîhana şanoyê re hatin bijartin û yekemîn karê şanoyê bi navê Elbiir Elmehcûre bû .
GUL FM – Çi nerîna li hevcotiya arezomendî û pîşekariyê heye ?
– Huner ji kevin de ta nuha şêweyeke şaristaniyê ye,ew raman û hestên axaftin û livê saz dike bi rêya hizrên dirama an şêwekarî an mûzîkê… û kesê ku arazomendiyeke ji yên pêwîstî derbirîn an şêwekarî an hizirdanê li bal hebe, ew bi xwe ji xwe re şîrove dike , di despêkên derhênanê de pir hêzên hestiyar û nasiyar ên witarî û livok derdixîne , di pê re şewata pozilindahiyê pê re çê di xwe dibîne ku ew kesekî cuda ye loma dixwaze behremendiya xwe nas bike û xwe pêş ên ji bilî xwe dike da ku bêhina xwe derxîne, ku derdorê ew pejirand jê re dibe piştevanî da ku behremendiya xwe bi kar bîne çi serbilindahî be çi arezû be ,bi nirxê dana xwe nas dike ku ew pozbilind ma, behremendiya xwe dikuje û pisporiyên wî namînin, lê-ku jîrbûna wî zikmakî be ewê nirxê behremendiya xwe binase û li gor rewşa civakî geş bike,ev dibin gavên serete û rast bi ber cîhana arezomndiyê de û bi berdewamkirinê re pisporiyê distîne û dibe pîşekar, ango dide pê gepa nanê xwe û ev mirina wî bi xwe ye, çiku huner berdewam e di nûjeniya rêyên jiyana mirovahiyê de û şano arasteya hemû wêje û huneran e.
GUL FM- Pêşanga şanoyê li navbera nediyariya hestê dirama û destêwerdana lîstokên livok e ..tu çi dibêjî ?
– Hin caran hestê dirama namîne û behre li dika şanoyê dimire çiku di nav destên nezana de ye, ew li gor xwe dilivînin,samala me di şanoyê de mirov e,hêza mirovî ye çi ku şanogêr ew paşayê dikê ye,divê dirama hebe û derhêner hebe û şanogêrê behremend hebe û şanogehek payebilind hebe wê hestê dirama jî hebe .
GU FM- Karê ku tu pê rabûye,kêfa te jê re hatiye û bandor li temaşevan kiriye .. bi nerîna te çi ye?
– Min pir kesayetî di karên curbecur de pêk anîne, lê -kesayetiya koçber di fîlmê Difi Elweten de bandor li min kiriye ,ez di bûyerê de bûm,biyan û eware û wenda bûm ta min nas kir ku nanê welêt xweştire ji kêka biyaniyê,ez vegeriyam welêt û min bandor li temaşevan kir û kesayetiya min di şanoya Gemardankên bê welat de, ya ku li mihrecana kurdî ya duyemîn sal 2016 an pêşkêş bû, ku yên biyan goreke paqij nabînin da ku miriyên xwe lê veşêrin û rewşa qampan ya ne xweş tê de pêşang bû .
GUL FM- Çalakiyên te yên dawî di warê şanoyê de çi ne?
Çalakiya dawî di warê şanoyê de..karekî bi navê koma şehîd Yekta Herekol ,li navenda Horî ya çand û hunerê ,li bajarê Amûdê bi serenavê(kêlîkekê were) ji bo beşdariya mihrecana kurdî ya sêyemîn em amade dikin, ku ew her sal 27 ê meha 3 li dar dikeve .. û amadekarî dibe ji bo ristefîlmekî civakî ku pirsgirêkên mirovan çareser bike.
GUL FM- Peyva dawî?
Şano ne tenê şêwazê kêfxweşiyê ye, lê-ew ji vê yekê derbas dibe, di dema mezinahiyê de nivîskar û ekter û derhêner xebitîn da ku hêlên bedewiyê diyar bikin,hunera şanoyê di kakilê xwe de, ji berencama zanestiyê,bi giştî tê..û palpiştiyê dide karîna mirov derbarê diyarkirin û matmayin û omîdaweriyê de,li dawî ez spasiya we ji bo vê hevpeyvînê dikim û hêviya min ji kesên berpirsiyar heye ku bêhtir li şanogêran miqate bin .
ARŞEK BARAVÎ

14 Adar 2017

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê