YNK parêzgarê nû yê Kerkûkê aşkere dike

YNK parêzgarê nû yê Kerkûkê aşkere dike

- in Kurdistan, Nûçe
مشاهدة... 1102
0
Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2015-12-01 02:19:30Z | |

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (YNK) Seidî Pîre aşkere kir, îro endamê polîtburoya wê partiyê Rizgar Elî wek parêzgarê Kerkûkê tê danîn.

Seidî Pîre di konferaseke rojnamevanî de ragihand, “Îro Rizgar Elî dibe parêzgarê Kerkûkê û Xetabe Reş ku Pêşmergeyekî YNKê yê dêrîn e dibe berpirsê ewlehiya bajarê Kerkûkê.”

Ev di demekê de ye, piştî ku Necmedîn Kerîm ala Kurdistanê li ser avahiyên parêzgeh û dezgehên hikûmî yên Kerkûkê bilind kir, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve biryara dûrxistina wî da, lê ta niha jî hêz î aliyên siyasî yên Kurdistanê li Kerkûkê kar bi biryara hikûmeta Iraqê nakin.

Di 16ê vê mehê de, Heşda Şeibî bi hevkariya hejmarek ji fermandarên YNKê Kerkûk dagîr kirin, xelkê Kurdistanê û beşek ji serkirde û endamên YNKê ji vê yekê nîgeran bûn.

 

Facebook Comments

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

You may also like

Perwerdehiya bi zimanê kurdî û pirsgirêkên wê

Leyla Eren Li bakûrê Kurdistanê perwerdehiya bi zimanê